10:15 22 Sibat 2018
Zindî
    Qral Selman û Ahmet Davutoglu

    Davutoglu: Dê Sûr, bibe wekî Toledo'

    © Foto: AA/ Hakan Göktepe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di serdana xwe ya Erebîstana Siûdî de diyar kir ku dê Sûr, bibe wekî Toledo.

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di serdana xwe ya Erebîstana Siûdî de behsa plana ewlehî ya nû kir û got: ‘ Ez ê hûrgiliyên wê di serdana xwe ya Mêrdînê de eşkere bikim. Di avakirina Sûrê de em ê modela Toledoya Îspanyayê mînak bigrin.

    Hinek nîşangir hatine tespîtkirin

    Davutoglu di bersivdayîna rojnamevanan de behsa operasyonên bajarên kurdan kir û got: ‘ Li Sûr û Cizîrê operasyon hêdî hêdî ber bi dawiyê ve diçin, lê li navçeya Sûra Amedê hinek nîşangir hatine tespitkirin û ji ber wê dê hinekî jî bidome. Em ê ji bo avakirina Sûrê modela Toledoya Îspanyayê mînak bigrin, hûrgiliyên modela Îspanyayê û avabûna Sûrê, ez ê di serdana xwe ya Mêrdînê de eşkere bikim.

    Em amadehiya piştî operasyonan dikin

    Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Ji salên 1980yî ve ev cara yekemîn e ku artêş dikeve tax û kolanên Cizîrê. Hetanî hemû bajêr werin paqijkirin dê ev operasyon berdewam bin, em jî niha amadehiya pêvajoya piştî operasyonan dikin. Di desteya wezîran de 5-6 saet me ev mijar nirxand û 300 pêngav hatin tespîtkirin.

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu bersiv da Mahsun Kirmizigul!
    Davutoglu: ‘Civîna Cenevreyê bêyî kurdan nabe lê'
    Davutoglu tehdît kir: ‘Em nahêlin PYD beşdare ciwîna li Cenevreyê bibe'
    Davutoglu: Dibe Cizîr û Gever bibin parêzgeh
    Davutoglu: Em ê ji bo Şirnex, Colemêrg û Dêrsimê parlamenteran tayin bikin
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Tirkiyeyê, Qral Selman, Ahmet Davutoglu, Tirkiye, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de