21:50 22 Sibat 2018
Zindî
    Mahsun Kırmızıgül

    Davutoglu bersiv da Mahsun Kirmizigul!

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li riya Erebistana Siûdî bersiva rexneyên hunermend û derhênerê kurd Mahsûn Kirmizigul da. Me zilm li tu kesî nekiriye!

    Navenda Nûçeyan — Çend roj berê, hunermend û derhênerê kurd Mahsun Kirmizigul, di hesaba xwe ya twîtterê de ji ber şer û pevçûnên ku li bajarên kurdan dewam dikin, rexne yên tuj li serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu kiribû.

    Mahsûn Kirmizigul gotibû: ‘Zarok û mirovên pîr ên birîndar bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Ev di kîjnan olî de û wijdanî de heye. Çi wext tu wiha bê rehm û zalim bûyî ey Serokwezîr.

    Li gorî medyaya Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê li riya Erebistan Siûdî bersiva Kirmizigul da û wiha gotiye: ‘Me zilm li tu kesî nekiriye lê em li hember zaliman rawestiyane. Yên ku kirinên PKKê nabînin û ji min û dewletê re dibêjin zalim, bila li jiyana me jî binêrin li ya Qendîlê jî. Paşê bila bêjin ka kî zalim e kî birehm e. Her kes şahidê merhemeta me ye lê tu kes şahidê zilma me nine.'

    Mahsûn Kirmizigul, piştî wan rexneyan, rastî êrişên tund ên medyaya nêzîkî hikûmetê hatibû.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Elçî: ‘Eger em îro bêdeng bimînin, dibe ku birîndarên me jiyana xwe ji dest bidin'
    Pûtîn: Tirkiye xetayeke mezin kir
    Dîplomatê amerîkî: ‘Tirkiye naxwaze DAIŞ têk biçe‘
    Tirkiye deriye sînor yê Kobanî girtiye û nahêle tiştek derbas bibe
    Tirkiye nahêle ji bo rakirina mayînan kesên pispor û amûr derbasî Kobanî bibin
    ‘Eger PYD beşdarê Cenevreyê bibe wê Tirkiye ji civînê vekişe'
    Etîketan:
    zilm, derhênerê kurd, bajarên kurdan, Erebistana Siûdî, rexne, bersiv, Qendîl, PKK, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Mahsun Kirmizigul, Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de