13:59 18 Sibat 2018
Zindî
    Polês, tîmên taybet, girtin, binçavkirin

    Li navçeya Sûrê şer: 5 kuştî û 1 birîndar (Hat nûkirin)

    © AP Photo/ / Emre Tazegul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Di şer û pevçûnên navçeya Sûra Amedê de hejmara kuştiyan gihîşte 5 leşkeran.

    Amed — Di şer û pevçûnên navçeya Sûra Amedê de hejmara leşkerên kuştî gihîşte 5an.

    Li gorî nûçeya DHAyê di şer û pevçûnên navçeya Sûra Amedê de hejmara leşkerên kuştî yên îro gihîşte 5an.

    Sererkaniya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro di operasyonên navçeya Sûra Amedê de bi êrişa çekdarî 3 leşker hatin kuştin û 3 polêsên tîmên taybet jî birîndar bûn.

    Daxuyaniya Sererkaniya Tirkiyeyê ku di malpera xwe ya înternetê weşandiye wiha ye: ‘Di operasyonên 1ê Sibata 2016an li navçeya Sûra Amedê de, di encama êrişa çekdarî de 4 leşker û 2 polês bi giranî birîndar bûne, birîndar bi awayekî lezgîn sewqî nexweşxaneyê hatine kirin, lê digel hemû midexaleyan 3 leşkerên me saet li dora 09.07ê jiyana xwe ji dest dan. Em ji kuştiyan re saxsaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin. Bila sere gele me sax be.'

     

    Bi heman mijarî:

    SÛR - ‘Di şerên duh de 17 leşker û polês hatin kuştin'
    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
    Sûr, Hezex, Cizîr û Silopiya: Bîlançoya êriş, qedexe, şer, kuştî û birîndaran
    HDP: Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr, Kerboran, bûne navenden kuştinan.. 126...
    Li Sûr, Yenîşehîr û li Kerboranê derketina ji malan hat qedexekirin
    Etîketan:
    Sererkaniya Tirkiyeyê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de