00:21 19 Hezîran 2018
Serdana şanda Amerîka, Fransa û Brîtanya ji bo Rojava

Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Şandeke 3 welatên zilhêzên cihanê, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê serdana Rojavayê kirin û bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava re hevdîtin kirin.

Navenda Nûçeyan — Malperên nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) belav kirine ku şandeke pilebilind a dîplomatîk ya 3 welatên bi hêz serdana Rojava kirine. Li gorî zanyariyan, şanda navborî ji nûnerên her sê welatên Amerîka, Fransa û Brîtanya pêkhatiye.

Şanda her sê welatên rojavayî duhî li Kantona Kobanî ya Rojava bi berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re civiyane û hatiye gotin, ku di civînê de berpirsên siyasî û leşkerî jî amade bûne.

​Medyayên nêzîkî PYDê herwiha dane xuyakirin ku di hevdîtinan de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de Brett McGurk jî amade bûye.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de gotûbêj li ser danûstandinên Cenevreyê û beşdariya kurdan di danûstandinên Cenevreyê û herwiha pêşeroja Sûriyê hatiye kirin.

Medyayên nêzîkî PYDê ragihandin ku hevdîtinên şanda Amerîka, Fransa û Brîtanya ligel rayedarên Rojava erênî derbasbûye.

Bi heman mijarî:

DAIŞ li Rojava û Sûriyeyê 3 hezar û 895 kesan îdam kirine
Amerîka: ‘Dibê Rojava bibe herêmeke otonom'
ROJAVA - Li Qamişlo yê teqîn! 3 kuştî 11 birîndar
Tirkiye nehîşt şandeya Rojava beşdarî kongreya HDPê bibe
Ji bo ku Rojava re statû bê dayîn îmze kom kirin
Etîketan:
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Brett McGurk, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de