19:35 24 Hezîran 2018
YPJ-YPG

YPG: 4 terorîstên Ehrar el Şamê û El Nusrayê hatin kuştin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

YPGê derbarê şerên li Kobanê û Şêx Meqsûdê de daxuyanî da û ragihand ku 4 terorîst hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê YPGê derbarê şerên li Eyn Îsa û Kobanê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Roja 29ê Çileyê çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam li taxa Şêx Meqsûd êrişî welatiyên me yên sivîl kirin. Hêzên me nuqteyên êriş jê hat kirin tespît kirin û dest bi operasyonê kirin. Di operasyona li ser rêya Cendolê de derb li maşîneke bi doçka ya çeteyan hat xistin û bi qasî hat tespîtkirin 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.'

Di daxuyaniya YPGê de her wiha hat gotin ku terorîstên DAIŞê jî îro êrişî Eyn Îsayê kirine û li ser destwerdana hêzên wan şerekî dijwar qewimiye 3u di encamê de 2 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ku êrişê artêşa tirk ên li dijî sînorê Rojava berdewam dike û herê dawî li dijî Zeytinlika girêdayî bajarokê Grê Spî ji hêla artêşa tirk ve êriş hatiye kirin.

Bi heman mijarî:

YPG û hêzên Sûriyeya Demokratîk çemê Firatê derbas kirin
YPG: ‘Eger êriş berdewam bikin emê bi tundî bersivê bidin'
YPG: Ji ber topên çeteyên El Nusrayê 10 welatiyên sivîl jiyanên xwe ji dan
YPG: ‘12 çeteyên DAIŞê hatin kuştin, yek birîndar ket dest'
Etîketan:
YPG, Eyn Îsa, Grê Spî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de