07:42 23 Hezîran 2018
YPG

YPGê êriş kir: 2 kuştî 1 birîndar!

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 40

YPGê ragihand, vê êvarê li taxa Şêx Meqsûd şervanan êrişî hêzên Sûriyê kirin û 2 leşker kuştin.

Navenda Nûçeyan — Taxa Şêx Meqsûd ku niha di bin kontrola YPGê de ye, ji aliyê her du komên tundrew ên îslamî, Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şamê û herwiha hêzên Artêşa Sûriyê ve di bin dorpêçeke tund de ye.

Navenda Çepemenî û Ragihandinê ya YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, şervanên YPGê li dijî hêzên Artêşa Sûriyê êrişek pêkanîn.

YPGê da xuyakirin, ku ev êriş di bersiva êrişa roja çarşemiyê 27ê Çile ya balafirên Artêşa Sûriyê bo ser taxa Şêx Meqsûd de pêkhat, ku di encama wê êrişa balafirên Sûriyê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û 9 kesên din jî birîndar bibûn.

YPGê destnîşan kir, ku di operasyona vê êvarê de şervanan a li dijî hêzên Sûriyê de ku li rojhilatê taxa Şêx Meqsûd pêkhat, 2 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

 

 

Bi heman mijarî:

YPG ji bo rizgarkirina Cerablusê amadehiyan dike
Mislim: ‘AKP, naxwaze DAIŞ têk here, dibe asteng ji bo ku YPG tev li Cenevreyê nebe'
YPG nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
John Kirby: YPG, hêzeke gelekî bi bandor e
FLAŞ - YPG: "Tirkiye terorîstan derbasî Suriyeyê dike"
Fransa: ‘Serkeftina bejahiyê di destê YPG û Pêşmerge de ye’
Etîketan:
Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şam, El Nusra, arteşa sûrîye, YPG, Taxa Şêx Meqsûd, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de