08:03 18 Kanûn 2017
Zindî
    Civîna li Cenevreyê bêyî PYDê dest pê kir

    Civîna li Cenevreyê bêyî PYDê dest pê kir

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Civîna li Cenevreyê bêyî muxalifan bi hevdîtina Heyeta Şamê û Nûnerê NYê yê Sûriyê dest pê kir.

    Cenevre - Nûnerê NYê Steffan de Mistura li Cenevreyê ligel heyeta Şamê civiyan. Li ser navê Şamê Nûnerê NYê yê Sûrîyê Beşar Caferî re ligel 15 kesan re tevlê civînê dibe û ew serokê heyeta hukimeta Sûrî ye.

    Civîna ku Mistura ligel heyata Şamê li dar dixe wê nêzî saeteke bidome 3u li bendê ne ku piştî civînê Mistura û Caferî daxuyanî bidin.

    PYD li civînê nîne

    Tê zanîn ku li ser hewldanên Tirkiye û derdorên xêrnexwaz ji bo ku kurd beşdarê civînê nebin gelek hewldana kirin û di encamê de PYD ji bo civînê nehat vexwendin û li ser vê yekê PYDê jî ragihand ku biryarên ku li Cenevreyê were hilanîn ew de nas nekin.

    Ji hêla din ve hat ragihandin ku Komîsyona Muzakereyê ku di bin siya Erebistan, Tirkiye û Qatarê de qaşo li Riyadê hat vakirin û gelek komên terorîst jî dinav wan da ne ragihandin ku ew beşdarê civînê nabin. Li hemberî vê yekê tê zanîn ku wê nûnerên komên terorîst ên wekê Ehrar uş-Şam û Cehş-ul Îslam wê tevlê civînê bibin.

    Hin komên muxalif jî ragihandibû ku heta ku pirsgirêkên ku civînê asteng dikin neyê çareserkirin ew beşdarê cîvînê nabin û ji ber van sedeman derbarê aqubeta civînê de nediyariyeke li holê ye.

    Ji Lavrov bo Kerry: Ji bo hevdîtinên bi hukimetê re şertdanîna hin komên muxalif nayê qebûlkirin

    Di vê navberê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê bi John Kerry re bi telefonê axiviye  û di axavtinê de rewşa dawî ya li Sûriyê hatiye nirxandin. Li gorî daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ve hat dayîn de Lavrov di axavtinê de ragihandiye ku ji bo hevdîtinên bi hukimetê re şertdanîna hin komên muxalif nayê qebûlkirin

    Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Lavrov û Kerry piştgiriyê didin hewldanên Steffan Mistura yên ji bo pêkhatina hevdîtinan.

    Wê Gatilov biçe Cenevreyê

    Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatilov ku wê di 1ê Sibatê de biçe Cenevreyê got: ‘Muxalifan neyên jî wê hevdîtin dest pê bikin. Eger ku muxalifên ku Riyad piştgiriyê dide wan neyên jî ew dizanin.'

    ‘Hevdîtin wê îro dest pê bikin lê ez derbarê heyetê de nikarim tu agahî parve bikim'

    Berdevkê NYê Ahmed Fewzî jî derbarê hevdîtinan de ragihand ku gelek tişt bi teqez bûye. Fewzî got: ‘Hevdîtin çawa ku hatiye pilankirin wê îro dest pê bike lê ez derbarê saet, an heyetan de nikarim tu agahî parve bikim.'

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de