08:09 18 Kanûn 2017
Zindî
    Li ser Cizîrê top baran

    Ambulans careke din hat astengkirin!

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku ambulansa Şaredariya Cizîrê ji bo 19 birîndarên ku di bodrimê de ne hilgire hewl daye ku têkeve taxê lê ji hêla artêşa tirk ve hatiye astengkirin.

    Cizîr - Ambûlansa aîdî Şaredariya Cizîrê ku ji bo 19 birîndar û 6 welatiyên ji ber ranekirin nexweşxaneyê û ji ber xwîn ji wan çû jiyana xwe ji dest dan di jêrzemîna avahiyek li Taxa Cûdî ya Cizîrê ev 7 roj in li benda ambûlansê ne bigire, careke din ber bi taxê ve ket rê.

    Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku ambûlans herî dawî duh danê êvarî hewl dan birîndaran bigire û ji aliyê tankê hatibûn astengkirin. Vê carê jî li serê Cadeya Nisêbînê hat sekinandin.

    Tê diyarkirin ku bi çûyina ambûlansê ve topbarana li ser qada malê zêde bûye û hêzên dewletê li hewayê gule reşandine. Duh jî ambûlans û ekîbên dildar ên tenduristiyê hewl dabûn bikevin kolanê û birîndaran bigirin, lê bi gotina, ‘şer heye' nexistin taxê.

    Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, di rojên dawî de şer çênebûye, dema ambûlans hewl didin bikevin kolanê, hêzên dewletê kolanê gulebaran û bomberdûman dike, ji bo karibe ambûlansê asteng bike dibêje, ‘şer heye.'

    Tê ragihandin ku di mala 19 birîndar lê ne de ji birîndaran Ferhat Karadûman şiûra xwe winda kiriye û rewşa tenduristiya 4 birîndaran jî qrîtîk e. Birîndar ev 3 roj in bê av in!

    Bi heman mijarî:

    Sariyildiz: ‘23 welatî li hemberî qetlîamê rûbirû ne'
    Sariyildiz: Bedela wê çi dibe bila bibe emê biçin û birîndaran wergirin
    Birîndarek din jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Şaredariya Cizîrê, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de