15:12 25 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş agahiya ji ‘hevalê' xwe wergirtiye eşkere kir

© Foto : AA/ Dursun Aydemir
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş beşdarê bernameya Med Nûçeyê bû pirsên Erdal Er, Ragip Duran û Ayşe Yildirim bersinandin.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş derbarê êriş, dorpêç û kuştinên ku hêzên dewleta tirk li bajarên kurdan pêk tîne de axivî.

Selahattîn Demirtaş got: ‘Hikumet ji Sererkaniyê xwestiye ku têkevin bajaran. Ji wan re gotiye ku ‘hûn dê bi tangan têkevin taxan.' Sererkaniyê jî ji wan re gotiye ku; ‘'Me bi salan xwet ku em tişteke wiha bikin lê we destûr neda. Hûn niha ji me dixwazin ku em têkevin bajaran.  Em ji ewil de diyar bikin ku wê gelek sivîl werin kuştin. Em derbarê vê de baweriyeke ji we dixwazin. Hesaba vê yekê wê neyê pirsîn.'

‘Ya duyem sererkaniyê ji wan re gotiye ku; ‘Hûn dê ji me re nebêjin ku ji wir derkevin. Em kengê bixwazin wê demê derkevin. ‘ Hukimet jî bi neçarî qebûl kiriye. Hukimet gotiye ku; ‘Kuştina sivîlan, an tişteke din bila aydî me be. Em destûrê nadin ku lêpirsîn bidin destpêkirin. Em xwedî li we derkevin.' Heta Serokê Serekaniyê derbarê vê de xwestiye ku qanûneke were çêkirin û gotiye; ‘Çawa ku we ji bo musteşarê MÎTê re qanûn çêkir ji bo me jî çêkin.' 

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê
Selahattin Demirtaş diçe Brukselê
Demirtaş dîsa dibe namzedê havseroktiyê
Demirtaş: Helwesta Leyla Zana şexsî ye
Demirtaş: Ev êriş wehşetek e
Etîketan:
HDP, Ayşe Yildirim, Ragip Duran, Erdal Er, Selahattin Demirtaş
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de