12:55 17 Kanûn 2017
Zindî
    Koçber

    Li Derya Egeyê 26 penaberên din jî xeniqîn

    © AFP 2017/ Aris Messinis
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li deryaya Egeyê keştiya din a penaberan noq bû. Herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    Navenda Nûçeyan — Li gor çapemeniya Yewnanîstanê, duh keştiya penaberan li nêzîkê peravên Tirkiyeyê, di navbera Bodrum û Girava Samosê de noq bûye û 24 kes xeniqîne. Li gor agahiyên herî dawî cenazeyên 2 kesên din jî hatine dîtin û hejmara miriyan derket 26an.

    Xebatên lêgerînê berdewam dikin, Tîmên Ewlehiya Peravan yên Îtalyayê jî piştgiriya Tîmên Lêgerînê yên Yewnanîstanê dikin û hat eşkerekirin ku heta niha 10 penaber hatine rizgarkirin.

    Li gor agahiyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê di sala 2015an de, nêzîkê 800 hezar penaber di ser Tirkiyeyê re bi riya deryayê derbasî Yewnanîstanê bûne û 3 hezar û 760 penaberan jî di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane. Di sala 2016an de jî ev karesat dewam dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şewba berazan: 7 kurd mirin
    Li kampa kurdên Rojava şewat: 3 kes mirin û yek birîndar e
    Partiyê Kurdistanî, bila şer raweste û mirin nemîne
    Li Hûmûsê teqîn: 22 kes mirin, 70 kes jî birîndar bun
    Li Amedê agir bi avahiyekê ket: 6 zarok mirin û 3 jî birîndar in
    Etîketan:
    grava somosê, bodrum, Rêxistina Navneteweyî, kelek, noqbûn, penaber, Yewnanistan, Îtalya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de