15:11 25 Hezîran 2018
Mahsun Kırmızıgül

Mahsun Kirmizigul: Dewlet qetil dike!

© Foto : FB
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
110

Hunermendê navdar Mahsun Kirmizigul derbarê êriş û komkujiyênk ku hêzên dewletê li bajarên kurdan de pêk tîne de axivî û got: ‘Kuştina kal, pîr û zarokan di kîjan olî de tê qebûlkirin?'

Navenda Nûçeyan — Hunermendê navdar ê ku ji eslê xwe kurd e Mahsun Kirmizigul derbarê êriş, dorpêç û komkujiyên hêzên dewleta tirk ku li bajarên kurdan pê tîne de li ser hesaba xwe yê medyaya civakî (twitter) de daxuyanî da. 

Kirmizigul di daxuyaniya xwe de derbarê operasyonan de Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoglu ji xwe re kir hedef û got: ‘Kuştina kal, pîr û zarokan di kîjan olî de tê qebûlkirin? Ey serokwezîr, tu çawa ev qas bê wicdan û bê merhemet bûyî?'

​Kirmizigul bertek nîşanî Davutoglu kir û wiha got: ‘Gelo gunehê wan zarokên birîndar çiye? Çabû ji merhemet û wicdana we?'

Kirmizigul di daxuyaniya xwe de ragihand ku hukimet welatiyên li herêmê ku piştgiriyê nadin wan qetil dike, mizgeftan dişewitîne, kal, pîr û zarokan li xwe dike hedef.

Hunermendê navdar dawiyê de banga aştiyê li aliyan kir.

Bi heman mijarî:

Rojnamevanê fransî: ‘Ji bo serxwebûnê pêwîste kurd bibin yek'
Ji bo axaftina ‘mamosta Eyşe' bi milyonan ceza ji kanal Dyê re birîn
Erdogan: ‘Hetanî Leyla Zana sond nexwe ez pê re hevdîtinê nakim'
Partiyên Kurdistanî li Amedê konferansekê li dar dixin
Etîketan:
Ahmet Davutoglu, Mahsun Kirmizigul
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de