05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Russland und USA

    Hevseroka MSDê: 'Me ji Rûsya û Amerîkayê re gotin ku em ê biryarên Cenevreyê nas nekin'

    © Fotolia/ KLimAx Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka MSDê Îlham Ehmed derbarê piştperdeya Cenevreyê de axivî û got: ‘Dixwazin fitneyê têxin MSDê. Me ji Rûsya û Amerîkayê re gotin ku em ê biryarên Cenevreyê nas nekin.'

    Navenda Nûçeyan — Pêvajoyek gelek girîng di nav çend rojên ku em tê ne rû daye. Tê zanîn ku ji bo civîna li Cenevreyê dîplomasî û hewldanan hat kirin û carek din nexêrxwaziya li dijî gelê kurd careke din rû da û PYD ji bo tevlêbûna civînê nehat vexwendin.

    Derbarê vê mijarê de û pêkhateyên piştperdeyê de Hevseroka MSDê Îlham Ehmed ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî.

    ‘Sedema vê encamê ne tenê zextên Tirkiyeyê ne'

    Îlham Ehmed derbarê ne vexwendina PYDê de ragihand ku destpêkê de nêrîneke ji bo tevlîkirina wan li nava hevdîtinan hebû, ji bo wan cih jî hatibû veqetandin û wiha got: ‘Çawa mumkun e ku Tirkiye xwedî hêzeke dikare bandoreke bi vî rengî li Rûsya, Amerîka û NY bike? Bi çi rengî pêkane ku Tirkiye xwedî hêzeke xwedî vê bandora berfireh e? Lewma, ne rast e ku ev encam bi tenê bi zexta Tirkiyeyê were vegotin. Di hevdîtinên Viyanayê de jî heman rewşê rû da, li wir jî zexta Tirkiyeyê hat kirin. Eger biryaran bi zexta Tirkiyeyê werdigirin, ev yek cihê şermê ye.'

    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed
    Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed

    ‘Dixwazin fitneyê têxin nava MSDê'

    Li hen hevalên me vexwendina şexsî hat kirin. Em ji vê yekê dikarin vê yekê fêm bikin: ‘Hevserokên MSDê yek jê Kurd e yek jî ereb. Ji yê ereb re vexwendîname tê şandin, lê ji ya Kurd re nayê şandin. Ev yek di heman demê de ji bo xistina fitneyê nava MSDê ye. Ev helwest beriya niha di nava komên din ên mûxalîf de jî ceribandin, bi ser jî ketin. Hînê fêm nekirin ku em ne li ser berjewendiyên xwe, li ser pêşeroja gelên Sûriyeyê li hev civiyane.'

    ‘Me ji Rûsya û Amerîkayê re gotin em ê biryaran nas nekin'

    Îlham Ehmed derbarê hevdît,nên ji bo tevlêbûna civînê ku bi Amerîka û Rûsyayê re hatiye kirin de jî axivî û got: ‘Rûsya diyar kir ku ew ji rewşa heyî gelekî aciz in û haya xwe ji dayîna biryareke wiha nîne. Her wiha anîn ziman ku ew ê bixwazin ev rewş were sererastkirin.'

    Ehmed wiha got: ‘Rayedarên Amerîkayê jî bi heman rengî diyar kirin ku ev rewş nayê qebûlkirin û anî ziman ku li ser wan zexteke mezin heye. Her du alî jî dixwazin em bi sebir bin û dibêjin, 'Hûn di vê pêvajoyê de cih negirin jî di ya pêş de hûn ê cih bigirin. Me jî ji wan re gotin, 'Tu garantiya gotinên we nîne, hûn ji me re dibêjin bi sebir bin lê belê divê garantiya vê hebe. Divê peymanek di navbera me û we de nebe'. Me bi taybetî destnîşan kir ku bi gotinê re ev kar nameşe.

    Îlham Ehmed di dawiyê de ragihand ku kurd êdî ne kurdên berê ne, gelekî kurd ê ku mîna berê karibin bixapînin, êdî nîne.

    Bi heman mijarî:

    2 rêxistinên terorî li Cenevreyê ne!
    Cemîl Bayik: Yê ku têk çûye ne PYD ye, civîna li Cenevreyê yê!
    PYD: ‘Em encama Cenevreyê nasnakin'
    Salih Muslim ji bo pilansaziya civînê çû Cenevreyê
    Etîketan:
    Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), PYD, îlham Ehmed, Cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de