08:48 20 Hezîran 2018
Tirên MÎTê

Endamê MÎTê: ‘Van tiran birevînin, dixwazin me berdin hev'

© Foto : AA/ Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê MÎTê yê bi navê kod X-7 di îfadeya xwe ya tiren MÎTê de diyar kir ku polêsekî tekoşî dijterorê kete milê min û got: ‘ Van tiran birevînin, dixwazin me berdin hev.'

Can Dündar - Erdem Gül
© REUTERS / Osman Orsal
Stenbol — Endamê MÎTê yê bi navê kod X-7 di îfadeya xwe ya tiren MÎTê de diyar kir ku polêsekî tekoşî dijterorê kete milê min û got: ‘ Ev dixwazin me berdin hev, van tiran ji vir birevînin, dixwazin ji CHPê re amûrên siyasî derxînin.'

Li gorî nûçeya Canan Coşkuna rojnameya Cumhuriyetê, di doznameya derhênerê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û nûnerê Enqereyê Erdem Gul de ji bo tiren MÎTê ku di Rêbendana 2014an de li bajarê Edeneyê sekinandibûn, cih dane îfadeyên endamê MÎTê yê bi navê kod X-7.

Ez qralim, hûn jî kolê min in

Li gorî nûçeya Cumhuriyetê, endamê MÎTê di ifadeya xwe de gotiye, ji bo sekinandina tiran em çûme cem serdozgerê Kirikhanê Yaşar Kavalcioglu, bi me re kete nîqaşê û got: ‘Ez qralê vir im, hûn kolê min in.'

Heke tir werin vekirin dê hikumet hilweşe

Her wiha li gorî îfadeya serbaz Mehmet Firat ku niha ji doza Selam Tewhîdê girtiye dibêje, li cihê bûyerê endamên MÎTê hatin cem min gotin ‘ev tir hetanî serî tijî çek e. Heke were vekirin dê sibê hikumet hilweşe û wê dinya rabe piya û gelekî nexweş bibe. Hûn nikarin ji bin vî barî derkevin.

 

 

Bi heman mijarî:

MPKE: ‘Rûsya, kedeke mezin dide tekoşîna dijî terorê'
Erdogan: ‘Hetanî Leyla Zana sond nexwe ez pê re hevdîtinê nakim'
Akademîsyenê kurd: ‘Amerika û welatên Ewropayî dixwazin PDK û PYDê bibin tek aktor'
Hevşaredarê Depê di binçavan de qirîza dil derbas kir
Li Dersimê operasyona leşkerî
Etîketan:
Partiya Komara Gel (CHP), MÎT, Erdem Gul, Can Dundar, Edene, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de