01:26 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mehmet Alkış

    Akademîsyenê kurd: ‘Amerika û welatên Ewropayî dixwazin PDK û PYDê bibin tek aktor'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Akademîsyen û pisporê Rojhilata Navîn Mehmet Alkış îddia kir û got:‘Amerika û welatên Ewropayî dixwazin ku PDK û PYDê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê bibin tek aktor'

    Omer Faruk Baran

    Amed — Aloziyên li ser civîna dê li Cenevreyê pêk were dewam dikin. Akademîsyen û pisporê Rojhilata Navîn Mehmet Alkış li ser aloziya berî civînê ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Akademîsyenê kurd Mehmet Alkış got: ''Vexwendnameya ku ji bo civîna li Cenevreyê ji PYDê re nehat, xurtbûna têkiliyên dîplomatîk yên Tirkiyeyê nîşan dide. Ev ji bo Tirkiyeyê bêguman serkeftineke siyasî ye. Di vê serkeftinê de hevkariya Qatar û Erebîstana Siudî jî hebû bêguman''

    ‘Amerika û welatên Ewropayî dixwazin PDK û PYDê bibin tek aktor'

    Alkış li ser vexwendina ENKSê go: ''Amerika û welatên Ewropayî dixwazin Herêma Kurdistanê û Rojavayê homojen bikin û bi yek aktorî re hereket bikin. Naxwazin li herdu parçeyan siyasetên cuda bimeşînin. Yanî naxwazin bi PDK û PYDê re ji hev cuda rûnin. Dixwazin ev bibin tek aktor û ew jî bi tek aktorekî re hevkariyê bikin. Ji ber vê jî ENKS bi vexwendnameyê tevlî civînê dibe, lê em dizanin ku li Rojavayê bandora PYDê zêdetir e.''

    Alkış diyar kir ku li Suriyeyê ji bo Amerîka û Rusyayê hevkarê herî baş YPG û PYD ne û got: ''Rêvebirên Amerikayê û welatên Ewropayî berî meseleya Cenevreyê çend caran bi erênî behsa YPG û PYDê kirin. Bes Tirkiyeyê bi diplomasîyê giraniya xwe da ser vê meseleyê û bi ya xwe kir. Tirkîye endamê NATOyê ye û yek jî meseleya penaberan jî baş bi kar tîne li hember welatên Ewropayî.

    "Muxalefet, rejîma Esed û aktorên din werin ba hevdu û li hev werin.''

    Serokê berê yê Konseya Netewî George Sabrayê ku yek ji muxalifên Suriyeyê ye duh ragihandibû ku wê tevlî civîna li Cenevreyê nebe. Li ser vê yekê jî Alkış wiha axivî: ''Hin muxalifên Suriyeyê jî diyar kirin ku wê ewê tevlî civîna Cenevreyê nebin. Eger ew tevlî civîna Cenevreyê nebin jî, wek civînên berê ti encam ji Cenevreyê dernayê. Mesele ew e ku muxalefet, rejîma Esed û aktorên din werin ba hevdu û li hev werin.''

     

     

    Bi heman mijarî:

    Cemîl Bayik: Yê ku têk çûye ne PYD ye, civîna li Cenevreyê yê!
    Amerîka, PYD tevlî civînên Cenevreyê nabe
    PYD: ‘Em encama Cenevreyê nasnakin'
    Mislim: ‘Bi hewldanên Tirkiyeyê PYD nehat vexwendin'
    Fabîus: 'NY, PYD ji bo civînê nevexwend'
    Etîketan:
    kurd, YPG, PYD, PDK, Mehmet Alkış, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de