07:48 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan: ‘Hetanî Leyla Zana sond nexwe ez pê re hevdîtinê nakim'

© Foto : AA/ Berk Özkan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê hevdîtina Leyla Zana de diyar kir ku hetanî li meclîsê sond nexwe ez pê re hevdîtinê nakim.

Stenbol — Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê hevdîtina Leyla Zana de diyar kir ku hetanî li meclîsê sond nexwe ez pê re hevdîtinê nakim.

Behsa Ocalan û xweseriyê bike bila nê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê hevdîtina Leyla Zana de axivî û got: ‘Pêşî gerek li parlamentoyê sond bixwe, hetanî sond nexwe jixwe ev hevdîtin çênabe. Lê çend roj berê şewirmendê wê li sekreterya min geriya behsa hinek tiştan kir, heke ew vê hevdîtinê bi sernavan Ocalan û xweseriya demokratîk bifikire jixwe hewceyî hatina wê nake.

Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDPê

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de behsa parlamenterên HDPê yên ku ketine greva birçîbûnê kir û got: ‘Em nayên van lîstikan. Çi dixwazin karin bikin, lê cihê wan parlamentoye. Ev niha xulamtiyê dikin.'

Bi heman mijarî:

Erdogan: ‘Em ê dinyayê li ser serê wan xera bikin'
Ji bo ku Colemêrg neye kişandin, bi Erdogan re axivîn
Erdogan, dê bi Leyla Zana re hevdîtinê bike
Sirri Sureyya Onder: ‘Erdogan got min û Ocalan li hev kiriye'
Ji Chomsky bo Erdogan: ‘Li gorî min ew qatil e'
Etîketan:
Serokomariya Tirkiyeyê, Leyla Zana, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de