22:52 12 Kanûn 2017
Zindî
    Rayedarên partiyên kurdistanî

    Partiyên Kurdistanî li Amedê konferansekê li dar dixin

    © Foto: siverekname
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Amedê 6 partî û dezgehên kurdî dê 6 û 7ê meha sibatê ji bo çareseriyek siyasî konferanseke lidardixin.

    Navenda Nûçeyan — Ji bo rawestandina şerê li bajarên kurdan û pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê destpêkirin hewl didin ku bibin parçeyek çareseriya meseleya kurdan û arambûna bajarên kurdan ya li Tirkiyeyê. Bi vê armancê 6 û 7ê meha sibatê li Amedê konferansekê dê were lidarxistin.

    Rêveberê Hareketa Azadî Sitkî Zilan e derbarê koferansê de ji Rûdawê re axivî û got: ‘Me biryar da ku li Amadê di bin navê konferansekê de bicivin. Em dê pêşengên Kurdistanê û metropolan lihev bicîvinin û dê konferans 2 roj dewam bike.'

    Konferansa ku dê li Amedê bê lidarxistin Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), PDK-Bakur, Hareketa Azadî, Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP) û Partiya Soyalîsta Kurdistanê (PSK), çend parlementerên HDPê, nûnerên Hudaparê û beşek rêxistinên civaka medenî beşdar bibin.

    Cigirê Serokê HAK-PARê Hasan Şeşeoglu jî ragihand divê di navbera kurdan de tifaqek hebe, hevalên ku kar dikin piranî ji bo xwe kar dikin. Heta ku tifaqek di navbera kurdan de çênebe tu encam jî dernakevin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmergeyên partiyên kurd yên Îranê Komara Mahabadê bi bîr anîn
    Barzanî, ji bo referandum û krîza aborî bi partiyên Kurdistanê re dicive
    Partiyên Kurdistanî: ‘Em ê rewşa kurdan bibin Neteweyên Yekbûyî’
    Partiyên Kurdistanî ketin reya Qendîl û Hewlêr ê
    Partiyên Kurdistanî ji bo dawiyê li aloziyan bînin dicivin
    Etîketan:
    konferans, bajarên kurdan, kurd, pêvajoya çareseriyê, partiyên kurdistanî, Hasan Şeşeoglu, Sidqî Zîlan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de