10:33 27 Gulan 2018
YPG

YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike

© Foto: FB
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG jî di nav de ye ji bo korîdora Efrîn û Kobanî vekin wê êrişî Minbicê bikin.

Hikmet Durgun

Navenda Nûçeyan — Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG jî di nav de ye ji bo korîdora Efrîn û Kobanî vekin di demeke nêzîk de wê êrişî Minbicê bikin. Heke Minbic were rizgarkirin, wê dorpêça Cerablusê hêsan bibe.

HSD, amadehiyên rizgarkirina Minbica ku li bakûrê Helebê dikeve û 35 kîlometro dûrî sînorê Tirkiyeyê dikeve dike. Bajarokê Minbicê di nava Kantonên Efrîn û Kobanî de cihekî stratejîk e. HSD ji bo operasyona Minbicê ev çend roj in sewqiyata cebilxane û çekên giran dike. Tê gotin ku wê balafirên Amerîka û hêzên hevpeyman jî piştgiriyê bidin operasyonê.

Ji aliyê din ve tê pêşbînîkirin ku operasyon li gundê El Bab jî were kirin, heke El Bab û gundê derdorê werin rizgarkirin, firsenda vekirina korîdora Efrîn û Kobanî çêdibe.

Xelkê Minbicê li benda mizgîniyê ne

Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk Şerwan Derwêş derbarê mijara operasyona Minbicê ji nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê re axivî û got: ‘Em ê DAIŞê ji her derê paqij bikin, DAIŞ ne tenê dijminantiya kurdan dike, dijminê însaniyetê ye. DAIŞ, li kuderê be hetanî dawiyê em ê bi wan re tekoşînê bikin. Em ê Minbicê jî ji zilma DAIŞê rizgar bikin, lewma gelê wir ji bo ku em wir rizgar bikin her roj peyaman dişinin, di rewşeke gelekî nexweş û bêzar de ne.'

Bi heman mijarî:

YPG ji bo rizgarkirina Cerablusê amadehiyan dike
YPG nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir
YPG: ‘Eger êriş berdewam bikin emê bi tundî bersivê bidin'
YPG: Wateya agirbestê namîne
YPG û hêzên Sûriyeya Demokratîk çemê Firatê derbas kirin
Etîketan:
DAIŞ, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD), Şerwan Derwêş, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de