13:14 21 Hezîran 2018
Artêşa Tirkiyeyê

Artêşa Tirkiyê êrişî Cerablusê kir: 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

© Foto : AA/ (Arşiv)
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Tirkiyê bi çekên giran derdora bajarê Cerablusê yê Rojava ku di bin kontrola DAIŞê de ye topbaran kir.

Navenda Nûçeyan — Piştî ku terorîstên DAIŞê gule berdane otombîleke leşkerên Tirkiyeyê, Artêşa Tirkiyeyê jî bi top û hawanan Cerablus topbaran kir û di encama êrişê de 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên berdest duhî êvarê Artêşa Tirkiyê, bi sedema ku terorîstên DAIŞê bi guleyan êrişî wesayita leşkere Tirkiyeyê kirin û leşkerek birîndar bû, Artêşa Tirkiyeyê jî bi top û hawanan baregehên DAIŞê li derdora bajarê Cerablusê kirin armanc.

Heta maweyî saetekê jî gulebaran di navbera herdu aliyan bêhtir ji saetekê berdewam kir û di encama êrişa hêzên Tirkiyeyê de 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Bi heman mijarî:

Tirkiye nehîşt şandeya Rojava beşdarî kongreya HDPê bibe
Tirkiye nahêle ji bo rakirina mayînan kesên pispor û amûr derbasî Kobanî bibin
Tirkiye deriye sînor yê Kobanî girtiye û nahêle tiştek derbas bibe
Tirkiye, kurdên Sûriyeyê dixe abluqayê
Almanyayê Tirkiye derewand
Etîketan:
Artêşa Tirkiyeyê, DAIŞ, Entab, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de