05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Êrişa Misrê

    Li Misrê bi bombeyan êrişî polêsan kirin: 2 kuştî 5 birîndar

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li bakûrê Misrê li navçeya El Arîşa bajarê Sinayê bi bombeyan êrişî wesayîta zirxî ya polêsan kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li bakûrê Misrê li navçeya El Arîşa bajarê Sinayê bi bombeyan êrişî wesayîta zirxî ya polêsan kirin, li gorî zanyariyên pêşî 2 polês hatin kuştin û 5 jê birîndar bûn.

    Heta niha ji rayedarên Misrê ji bo êrişa ku bi bombeyan êrişî wesayîta zirxî a polêsan ya bajarokê El Arîşê tu daxuyaniya nehatiye dayîn.

    Hevalbendên DAIŞê li ser hisabê Twitterê êrişa Misrê spartin ser xwe û îdia kirin ku di êrişê du serbaz hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar in.

    Çend roj berê dîsa li bajarokê El Arîşê li hemberî hêzên ewlehî êrişek bombeyi pêk hatibû û di encamê de 5 leşker hatibûn kuştin û 12 jî birîndar bibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Misir li ‘Kanala Suveyş' ê herêma pîşesaziyê ava dikin
    Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
    Misir dublora kanala Swêsê avadike
    Misir balyozê xwe yê nû li Israylê diyar kir
    Li Misrê êriş: 16 kuştî û 2 birîndar
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Misrê, El Arîş, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de