03:00 26 Nîsan 2018
    Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) Martin Schulz

    Serokê Parlamentoya Ewropayê: Kiryarên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin!

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Parlamentoya Ewropa (PE) Martin Schulz derbarê êriş û kuştinên li bajarên kurdan pêk tê de axivî û diyar kir ku ew piştgiriya hewldanên HDPê dikin û kiryarên dewleta tirk nayên qebûlkirin.

    Bruksel - Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattİn Demirtaş îro ligel Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz re li Burkselê hevdîtin pêk anî û hevdîtin nêzî 30 deqîqe kişand.

    Derbarê mijarê de nûnerê HDPê yê Ewropayê Eyup Doru ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û ragihand ku Martin Schulz bûyerên li bajarên kurdan bi fikar dişopîne.

    PYD
    © AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
    Li gorî nûçeyê Doru ev axaftina Schulz parve kir: ‘Sedemek din a hevdîtina me jî sînyaldayina Tirkiyeyê ye. Ev hevdîtin tê wateya em bi we re piştgiriya siyasî dikin. Piştî vê hevdîtinê ez ê daxuyaniyekê bidim. Divê zextên heyî bên sekinandin.

    Bi çekan ve pirsgirêkên Kurd çareser nabin. Metodên niha ji bo Yekîtiya Ewropa nayê qebûlkirin. Pirsgirêka Kurd tenê bi rêbazên siyasî ve dikare bê çareserkirin. Ji ber vê jî divê demildest li pêvajoya aştiyê vegerîn çêbibe. Em ji HDP'ê re vekirîne, piştgiriya xebatên wê yên aştiyê dikim.'

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Belçîkayê: Em ji bo gelê kurd bi fikar in!
    Li Bazîd û Colemêrgê 4 kes hatin girtin
    Komîserê ku li Sûrê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
    PYD: ‘Em encama Cenevreyê nasnakin'
    Ji Abdullah Ocalan ‘Xelata Aştiyê'
    Etîketan:
    HDP, PE, Martin Schulz, Eyup Doru, Selahattin Demirtaş, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de