15:21 21 Çile 2018
Zindî
    Li Elmanya, Danîmarka û Awûstûryayê kurdan dewleta tirk şermezar kirin

    Li Elmanya, Danîmarka û Awûstûryayê kurdan dewleta tirk şermezar kirin

    © Foto: KCD-E
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Bi hezaran kes li gelek welatên Ewropayê îro daketin qadan û êriş û komkujiyên li dijî bajarê kurdan protesto kirin.

    OSNABRUCK

    Li bajarê Elmanya Osnabruckê ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve li dijî êriş 3u kuştinên hêzên dewletê ku li bajarê kurdan pêk tîne de meşek hat lidarxistin û partiyên çep ên Elman û gelek saziyan destek dan.

    Girseya gel a li ber strasyona trenê li hev civiyan, di kolanên qelebalix ên bajêr re meşiyan û belavok belav kirin. Piştî meşê li ber avahiya şaredariyê mîtîngek hat lidarxistin.

    Di çalakiya ku bi qasî 700 kes lê amade bûn de, li ser navê NAV-DEMê Tahîr Koçer axivî û li dijî konsepta tinekirina gelê Kurd, di serî de Kurdistanî bang li her kesî kir ku li her devera cîhanê li dijî kokjiyên li bajarên kurdan pêk tê de dengên xwe bilind bikin.

    ARHÛS

    Li bajarê Danîmarka Arhûsê jî, berxwedana li bajarê kurdan bi çalakiyekê hat silavkirin. Bi vê armancê li ber avahiya Şaredariya Arhûsê bi pêşengiya PYD Danîmarkayê çalakiyek hat lidarxistin û kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.
    Di çalakiyê de li ser komkujiyên dewleta tirk ku li bajarê kurdan pêk tîne belavok hatin belavkirin. Nûnerên PYD, Tevgera Goran û YNKê li vir axivîn, berxwedan silav kirin û bêdengiya cîhanê şermezar kirin.

    ÎNNSBRÛCK

    Kurdên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya rûniştinê pêk anîn û astengiya li pêşiya rakirina birîndarên li Cizîr û gelemperiya bajarên kurdan şermezar kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dewleta tirk li Kanadayê hate protestokirin
    Kurdên li Fransayê çalakî li dar dixin
    Kurdistaniyan li pêşiya NYê dewleta tirk protesto kirin
    NY: ‘Ji bo Cenevreyê sibê dê beşdarvan werin vexwendin'
    Etîketan:
    KCD-E, Goran, YNK, ÎNNSBRÛCK, ARHÛS, OSNABRUCK
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de