18:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Refîk Tefîk

    Rojnamevan Refîk Tekîn bi ‘piştgiriya terorê' hat sûcdarkirin

    © Sputnik/ FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 701

    Kameremanê televîzyona IMCê dema li cizîrê wezîfeya xwe dikir ji lingê xwe birîndar bibû û niha jî ji bo ‘piştgiriya terorê' biryara binçavkirina wî hat derxistin.

    Navenda Nûçeyan — Kameremanê televîzyona IMCê dema li cizîrê wezîfeya xwe dikir ji lingê xwe birîndar bibû û niha jî ji bo ‘piştgiriya terorê' biryara binçavkirina wî hat derxistin. Li gorî talîmata dozgerê Cizîrê ku ji miduriyeta ewlehiyê re hatiye şandin Tekîn wekî ‘endamê PKK/KCKê' hatiye binavkirin.

    Li gorî nûçeya İris Emenê rojnameya Radikalê li navçeya Cizîra Şirnexê roja çarşemê 12 kesê ku Refîk Tekîn jî di nav de birîndar bibûn.Tekîn pêşî ji bo dermankirinê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û paşî jî ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatibû sewkirin û 5 rojan li wir hat dermankirin.

    Bi îdiaya ‘endamê rêxistina terorê' tê sûcdarkirin

    Her wiha Miduriyeta Ewlehî ya Şirnexê talimata dozgerê Cizîrê şand Miduriyeta Ewlehî ya Mêrdînê û di talîmatê de tê gotin ku divê Refîk Tekîn di bin çavdêriya polêsan de li nexweşxaneyê were dermankirin û piştî dermankirinê divê bê binçavkirin. Li gorî talimata dozgerê Cizîrê ku di 21ê Rêbendanê de hatiye amadekirin, Refîk Tekînê kameremanê IMCê wekî ‘endamê rêxistina PKK/KCKê' bi nav dike.

    Bi heman mijarî:

    624 rojnamevan: Em jî nabin şirîkê vî sûcî
    Di 2015an de 65 rojnamevan hatine kuştin
    Pamuk: Hetanî rojnamevan di girtîgehan de bin tu nikare daxwaza YEyê bike
    Ji RMMK bo Îranê: 'Rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan serbest berde'
    Rojnamevan Frederike Geerdink cara diduyan hate girtin
    Etîketan:
    Miduriyeta Ewlehî ya Mêrdînê, KCK, PKK, Refîk Tekin, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de