02:08 21 Hezîran 2018
DAIŞ

PAYTEXT: 142 kes hatin kuştin

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Artêşa Iraqê ragihand, li rojavayê bakurê Bexdayê 70 çekdarên DAIŞê kuştine. Ji aliyê din ve rêxistina DAIŞê jî ragihand, wan li heman herêmê 72 leşkerên Artêşa Iraqê kuştine.

Navenda Nûçeyan — Fermangeha Operasyonên Bexdayê ya Iraqê di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir, operasyon li herêma Sersar û başûrê Feluceyê li hemberî DAIŞê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama operasyonê de 70 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 20 bombeyên rêxistinê hatine têkbirin û herwiha Artêşa Iraqê hejmarek a wesayîtên DAIŞê bidest xistine.

Herwiha hat gotin Artîşa Iraqê li wan herêman pêş ketiye.

Ji aliyê din ve DAIŞê derbarê heman operasyonan de li ser medyaya civakî daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniya DAIŞê, wan li wan herêmên navborî 72 leşkerên iraqî kuştine.

 

Bi heman mijarî:

Iraq bihayê 2 mîlyar dolarî çek distîne
Amerîka, piştî Iraq û Sûriyeyê wê li Afganîstanê jî li DAIŞê bide
Fermandarê Pasdaran: Em nahêlin Iraq perçe bibe
NY ji bo budçeya Kurdistanê Iraq hişyar kir
IRAQ - Amerîkayê 200 leşkere nû şand
Etîketan:
Artêşa Iraqê, DAIŞ, kuştî, Şer, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de