14:53 12 Kanûn 2017
Zindî
    John Kerry, Sergey Lavrov

    ‘Eger PYD beşdarê Cenevreyê bibe wê Tirkiye ji civînê vekişe'

    © Foto: Ministry of Foreign Affairs of the Russian Federation
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Kovara Foreing Policy ya li Amerîkayê tê weşandin ragihand ku eger PYD beşdarê Cenevreyê bibe wê Tirkiye civînê boykot bike û ji bo ku civîn neyê îptalkirin Amerîkayê du heyetên payebilind şandine Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê.

    Amerîka - Di makaleya bi serenavê ‘Tirkiye bi botkotkirinê tehdit dike û ji bo civîn serkeftî be Amerîka jî hewldanan zêde kir' ku di kovarê de hat diyarkirin ku eger kurd beşdarê civîna li Cenevreyê bibin wê Gruba Piştgiriya Sûrî ya Navteweyî wê ji civînê vekişe û Tirkiye vê yekê jî ji NYê re ragihandiye.

    ‘BIDEN Û KERRY WÊ HEWL BIDIN KU ENQEREYÊ ÎKNA BIKIN'

    Li gorî makaleyê Joe Biden di ziyareta xwe ya Tirkiyeyê de ji rayedarê tirk re ragihandiye ku eger partiyên kurdan beşdarê civînê bibin jî divê dîsa Tirkiye di civînê de cih bigire. Herwiha Wezîrê Karên Derve John Kerry jî derbarê dawetkirina muxalifên ku Rûsya piştgiriyê dide wan ji bo Erebistana Sûidiyê îkna bike çûye wir.

    Serokwezîrê tirk tirk di axavtina xwe ya Davosê de dîsa PYDê û rêxistinên kurdan weke ‘teror' nîşan dabû. Di nûçeya ku duh di Sputnikê de hat weşandin de rayedareke ku ji hêla Nûnerê NYê ya Sûriyê hatiye peywîdarkirin diyar kiriye ku Hevserokê PYDê Salih Muslim dawetiyê civîna Cenevreyê hatiye kirin.

    ‘LÎSTEYA MUXALİFAN ZELAL NEBÛYE'

    John Kerry ku li Zurihê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî ragihandibû ku ew hewl didin ku hevdîtinên li Cenevreyê heta dawşya vê mehê dest pê bike.

    Rayedareke ji Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ji Foreign Policyê re axivî 3u ragihand ku hêj derbarê hevdîtinên li Cenevreyê de tu peyman nehatiye danîn lîsteya muxalifên ku bi hukimeta Sûrî re muzakereyê bikin wê piştî ziyareta Riyadê ya Kerry wê diyar be.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş dîsa dibe namzedê havseroktiyê
    Li Sûrê welatiyek hate kuştin
    ‘Rûsya reftara şerên li Sûriyê guherand'
    Heyeta HDPê çû serdana PDKê
    Leyla Îmret serbest hat berdan
    Nivîskarên kurd got: ‘Di vî şerî de wateya nivîsandinê nema’ û pênûs danîn ...
    Li Cizîrê şer: Serbazekî paye bilind hate kuştin
    Hêzên rûsî rojnameger birin gundê tirkmenan a rizgarkirî
    Etîketan:
    NY, PYD, Salîh Muslim, Joe Bîden, John Kerry, Amerîka, Sûrî, Rûsya, Erebistana Siûdî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de