01:50 19 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş dîsa dibe namzedê havseroktiyê

© AP Photo / Emre Tazegul
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Selahattin Demirtaş ragihand ku ew dê sibê di kongreya partiya xwe de dîsa dibe namzedê hevseroktiyê.

Enqere - 2. Kongreya Asayî ya HDPê wê sibê li Hola Spora Ahmet Taner Kişlalî ya Enqereyê were lidarxistin.

Di kongreyê de jixeynî hilbijartinên hevserokên partiyê, dê endamên Meclîsa Partiye û Lijneya Rêvebirina Navendî jî bên guhertin.

Di beriya kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatin Demirtaş daxuyanî da çapemeniya tirk.

Demirtaş got: ‘Piştî 7ê Hezîranê xwestin HDPê  ji siyastê dûr bixin. Şer û pevçûnan dest pê kir, êriş li HDPê hatin kirin û herwiha şer bû sedema şikestina hesta. Em dixwazin bi vê kongreyê bidin xuyandin ku HDPê ji siyasetê dûr neketiye û wek aktoreke sereke di holê de ye.'

Demirtaş derbarê nemzetbûna xwe de jî axivî û got: ‘Min beriya niha gotibû ezê dest hevserokatiya partiyê berdim. Min sê heyamên xwe tije kir û min got ez naxwazim vê care bibim namzed. Lê di vê mijarê de yek kesê jî piştgiriya min nekir. Tevahiya heval û endamên partiya me israr kirin ku ez dîsa bibim namzed.'

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Helwesta Leyla Zana şexsî ye
Demirtaş: Ev êriş wehşetek e
YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
Demirtaş: Erdogan aştîxwazan hedef nîşan dide
Demirtaş: ‘Em dê vê teqînê bişopînin'
Demirtaş: Sedema êrişên medyayê talîmatên AKPê ne
Demirtaş: ‘Li Dolmabahçeyê krîza rûniştinê jî Erdogan bi xwe çareser kir'
Etîketan:
HDP, Selahattin Demirtaş, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de