23:24 19 Hezîran 2018
Sûr - teqîn - êriş - operasyon - kuştin

Li Sûrê welatiyek hate kuştin

© Foto: Besta Nûçe
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku hêzên dewleta tirk bombeavêj avêtine malekê û li ser vê yekê şewat deketiye û di şewata derketî de welatiyê 60 salî jiyana xwe ji dest daye.

Amed - Navçeya Sûrê ya Amedê 52 roj in di bin êrişa hêzên dewletê de ye û polês û leşkerên tirk welatiyên sivîl kirine hedef.

Hat ragihandin ku îro li navçeyê bombeavêja ku hêzên artêşa tirk avêtine li malekê ketiye û şewat derketiye.

Di encama şewata derketî de welatiyêk 60-70 salî nekariye ji malê derkeve û jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê nasnameya welatiyê hat kuştin de tu agahî bi dest neket.

Li navçeyê dengê çek teqînan bilind dibe.

Bi heman mijarî:

Heyeta HDPê çû serdana PDKê
Leyla Îmret serbest hat berdan
Nivîskarên kurd got: ‘Di vî şerî de wateya nivîsandinê nema’ û pênûs danîn ...
Li Cizîrê şer: Serbazekî paye bilind hate kuştin
Hêzên rûsî rojnameger birin gundê tirkmenan a rizgarkirî
Karayilan: Roj roja namûs û şerefê ye
Eniya Hevgirtî ya Kurd: 'Em bi merc beşdarî hilbijartinên Îranê dibin'
Li Cizîrê rojnamevanek din jî birîndar bû
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de