01:34 14 Kanûn 2017
Zindî
    Protestoya nivîskarên kurd li Amedê

    Nivîskarên kurd got: ‘Di vî şerî de wateya nivîsandinê nema’ û pênûs danîn ...

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd bi boneya şer û pevçûnên li dijî bajarên kurdan daxuyaniyeke hevpar dan.

    Amed — Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd bi boneya şer û pevçûnên li dijî bajarên kurdan li pêş Şaredariya Amedê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Nivîskaran di daxuyaniyê de wiha got: ‘Eger em îro nepeyivin, eger em îro ne xwedî sekn û helwest bin heta hetayê bila deng ji me neyê û divê pêşî em pênûsa xwe bişikînin.’

    Berî daxuyaniyê Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz axaftinek kir. Dilsoz wiha got: ‘Di vê deqîqeya ku em dixwazin bi helbestan helwesta xwe nîşan bidin de li Cizîr û Sûrê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Li cihê ku çek, kuştin û xwîn hebe peyv jî dimirin. Em dixwazin ev şer li welatê me bi dawî bibe û riyên siyaset û diyalogê bêne vekirin. Hemû arîşe bi axaftinê dikarin bêne çareser kirin.’

    Ji nivîskarên navneteweyî piştgirî hat
    Serokê PENa Kurd Şêxmûs Sefer jî destnîşan kir ku gelek nivîskarên navneteweyî bi peyamên xwe piştgirî dane helwesta nivîskarên kurd û got: ‘’Heta ev şer û dagirkerî hebe li vî welatî wê nivîskarên kurd bi helwesta xwe heta dawiyê bisekinin. Îro em wek nivîskarên kurd helwesta xwe nîşan didin û ji nivîskar û saziyên navneteweyî jî piştgiriyê didin kurdan. Seroka PENa Navneteweyî Jennifer Clement jî di nav de gelek nivîskarên navneteweyî peyama piştgiriyê şandin ji me re. Ew jî dibêjin ku bi şer û rêbazên leşkerî pirsgirêk çareser nabin û banga çareseriyereke aştiyane dikin.’

    Nivîskaran pênûs danîn..

    Azad Zal
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Azad Zal

    Şair û nivîskar piştî daxuyaniyê ji Sputnik Kurdistanê re axivîn. Şair-nivîskar Azad Zal wiha got: ‘Di rewşên wisa de divê nivîskar pênûsên xwe daynin. Piştî ku pênûs danîn êdî çi tê kirin divê bikin. Çinku di demên wisa de êdî tu feydeya pênûsê tuneye. Ev çalakiya me jî di eslê xwe de çalakiya pênûsdanînê bû.’

    Yildiz Çakar
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Yildiz Çakar

    Şair û nivîskar Yildiz Çakar jî diyar kir ku bêdengiyeke mezin a nivîskarên kurd heye û wiha axivî: ‘Ji nivîskar û rewşenbîrên kurd ên tevahiya Kurdistanê jî piştgiriyek nehat. Bertekek li hemberî zilma dewleta tirk nîşan nedan. Em li vir her roj dengê tank û topan dibihîzin. Ez êdî nikarim binivîsim. Kela dilê min heye; lê ez dibêjim eger helbesta min nikaribe mirinekê bide sekinandin çima ez helbestê binivîsim..’

    Etîketan:
    PENa Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd, Şêxmûs Sefer, Yildiz Çakar, Azad Zal, Omer Dilsoz, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de