08:38 22 Hezîran 2018
Gundê Salmayê

Hêzên rûsî rojnameger birin gundê tirkmenan a rizgarkirî

© AFP 2018 / YOUSSEF KARWASHAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnamegerên biyanî ku li ser daweta Wezareta Parastinê ya Rûsyayê çûne Sûriyê ne, gundê Salmanê ku tirkmen lê dijîn û destê El Nûsrayê ve hatiye rizgarkirin ziyaret kirin.

Salma - Herêma Salmanê ku heta demeke nêzik jî weke navenda El Nûsrayê bû bi piştgiriya balafirên Rûsyayê ji hêla artêşa sûrî ve hat rizgarkirin.

Nêzî 57 rojnamerên ji Amerîka, Ermenîstan, Fransa, Norveç, Belarusê li daweta Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li herêmê ne û derbarê operasyonan de agahî hildidin.

Li kolanên Salmayê serbest geriyan

Rojnamegeran ligel leşkerên rûsî ku li Sûriyê wezîfeya xwe dikin encamên operasyonên hêzên hikumetê di cih de dîtin.

Destûr dane rojnamegeran û derfet ji bo roportaj û nûçeçêkirinê jî pêk anîn.

12 km dûrî sînorê Tirkiyeyê

Artêşa Sûrî li herêma Salmanê ku 12 km dûrî sînorê Tirkiyeyê ye operasyonan li dar dixist û piştî ku ev herêm hate rizgat kirin artêşa sûrî ber bi Çiyayê Kurmênc û Girikê Tirmen ve pêşve diçe.

Bi heman mijarî:

Rûsya: 'Em dikarin pergala moşekan a Amerîkayê bêbandor bikin'
Rûsya, ji bo Cenevreyê lîsteya 15 mixalifan ku Mislim jî di nav de pêşniyar kir
Rûsya, deriyê keştiya xwe ya li qeraxa Sûriyeyê ji rojnamevanan re vekir
Rûsya: ‘Hewce bike em ê hêzên bejayî bişînin Kirimê'
PYD: ‘Rûsya, dixwaze em tev li Cenevreyê bibin lê Tirkiye asteng dike'
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de