15:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    Murat Karayilan

    Karayilan: Roj roja namûs û şerefê ye

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40

    Murat Karayilan got: ‘Roj roja namûs û şerefê ye. Dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî wiha ye. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim ku ji destê kê çi tê divê bike.'

    Navenda Nûçeyan — Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji radyoya Dengê Kurdistanê re axivî û derbarê bûyerên dawî de nirxandinên xwe anî ziman.

    Murat Karayilan got: ‘Li gelek welatan di gelek şeran de, şerê bajêr şerê fînalê ye. Ev berxwedana li Sûr, Amed û Cizîrê, bêguman gelekî watedar e.'

    Karayilan derbarê gulereşana bi ser girseya ku tê de parlementer, hevşeredar û rojnamevan jî hebûn de got: Lê belê dewleta Tirk di qanûnan nas nake. Di şerê dewleta Tirk niha dimeşîne de ne qanûn, ne exlaq, ne terbiye, ne namûs, ne jî însantî heye. (…)Bi şev û roj bombe dikin. Li kîjan dewletê, li kîjan welatî ev rewş heye? Gelo Ewropa vê nabîne? Bêguman dibîne, dibe ku naxwaze bibîne. Li Kurdistanê wehşet heye. Û ev dewlet li hemberî gel şer dike. Binêrin dubare dikim; li wir gerîlayê profesyonel nîne. YPS heye ku nû ava bû, ew şer dike.'

    Karayilan diyar kir ku dewleta tirk dixwaze Cizîrê bike navenda Şirnexê, Geverê jî bike navenda Colemêrgê û got: ‘Gelo hûnê ewqas tiştan bînin serê gelê kurd, piştî wê gelê kurd wê çawa bi we re bijî?'

    Karayilan destnîşan kir ku rizgariya gelê kurd êdî di destê gelê kurd de ye û got: ‘Heta niha rizgariya gelê kurd tu carî neketibû destê Kurdan. Niha ketiye dest. Lewma divê her kes zanibe ku pêvajo awarte, lezgîn û girîng e. Divê qîrîna bajarên berxwedanê bibihîzin û ya pêwîst bikin. Eger ev were kirin, wê keleha zilmê were hilweşandin, demokrasî û azadî bi ser bikeve. Ev bîr û baweriya me ji her demê zêdetir e. Li ser vê bingehê bi rêzdarî her kesî silav dikim, serketinê dixwazim.'

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Ev xwîn li erdê namîne, wê tola wan were hilanîn
    Karayilan: ‘Kî ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li malê rûnenê'
    Karayilan: ‘Yên xurt em in; yên bi ser bikevin jî em in'
    Karayilan: Eger xweseriyê qebûl nekin, em ê li ser cihêbûnê bifikirin
    Karayilan: ‘Ya diqewime şerê navxweyî ye'
    Etîketan:
    PKK, Murat Karayilan, Sîlopî, Sûr, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de