22:44 12 Kanûn 2017
Zindî
    Dr. Rehîm Ferhemend

    Eniya Hevgirtî ya Kurd: 'Em bi merc beşdarî hilbijartinên Îranê dibin'

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê, Eniya Hevgirtî ya Kurd bi merc beşdarî hilbijartinên Îranê dibe.

    Tehran — Endamê Eniya Hevgirtî ya Kurd Dr. Rehîm Ferehmend ragihand ku ew dê bi hinek mercan beşdarî hilbijartinên 2016an ên Îranê bibin û sedema beşdariya xwe jî wiha şîrove kir: 'Kurdistana Îranê parçeyekî dewleta Îranê ye û mafê nûnerên wê heye ku di siyaseta Îranê de cih bigirin. Herwiha kurd jî wekî pêkhateyên din ên Îranê damezrînerên vê dewletê ne û divê digel mafên xwe temsîliyeta xwe pêk bînin.'

    Derbarê derfetên xwe yên propagandayê de jî Dr. Ferehmend wiha got: 'Em li ser malperên înternetî bi awayekî çalak xebatên xwe dimeşînin.'

    Ji aliyekî din ve siyasetmedarê kurd Dr. Ferehmend li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyand ku li Îranê pêkhateyên dînî yên bi qasî 10 hezar kesî li Parlamentoya Îranê tên temsîlkirin û got: ‘Ma mafê 10 milyon kurdî tuneye ku di Parlamentoyê de werin temsîlkirin? Eger hilbijartin dê bi yekrûyî be û tenê cureyekî ramanan dê serdest be wisan çi pêwistî bi hilbijartinan heye? Gel dê biryar bide bê ka kîjan berendam kêrhatî ye an jî ne kêrhatî ye.’

    همخوانی مواضع " جبهه متحد کرد" با سخنان رئیس جمهور در مورد انتخابات.جبهه متحد کرد ، همگام با مردم کرد و اکثریت مردم ا…

    Posted by Rahim Farahmand on Thursday, January 21, 2016

    Bi heman mijarî:

    Kargerê kurd: ‘Em hînî bêqanûniya îstixbarata Îranê bûne’
    Artêşa tirk hêzên xwe li Cerablusê bi cih dike!
    YDG-H: ‘Tu eleqeya me bi êrişa li Amedê re nîne'
    Li Dêrikê 10 kes hatin girtin
    Li Sûrê 2 teqînên mezin rû dan
    ŞENGAL - DAIŞê bi 3 otomobîlan êriş kir; 12 kuştî
    Etîketan:
    siyaseta kurdên Îranê, hilbijartinên Îranê yên sala 2016an, Eniya Hevgirtî ya Kurd, Dr. Rehîm Ferhemend, Kurdistana Îranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de