10:14 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mehmûd Salihî

    Kargerê kurd: ‘Em hînî bêqanûniya îstixbarata Îranê bûne’

    © Foto: Kurdpa
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya KURDPAyê kargerekî kurd ê xelqê Seqizê yê Kurdistana Îranê nameyek ji Wezareta Îstixbaratê ya Îranê re şand û muameleya keyfî ya hêzên îstixbaratî ji raya giştî re vegot.

    Sine – Kargerê kurd ê bi navê Mehmûd Salihî bi nameyekê ji raya giştî re ragihand ku karmendên Îranê bi cil û bergên sivîl bi ser mala wî de girtine, bêyî ku li derî bixin an jî gazî bikin ketine hundir û heta odeya wî ya razanê çûne.

    Salihî ji rayedarên îranî re dibêje ku xelqê Seqizê hînî van bêqanûnî û muameleyên keyfî yên îstixbarata Îranê bûne; ji ber ku gava rojek ji rojan bûyereke wiha nebînin an jî nebihîzin ji xwe re dibêjin ‘gelo îstixbarata Seqizê çûye betlaneyê ku îro qe tiştek nekirine?’

    Hêjayî gotinê ye ku Mehmûd Salihî niha di Girtîgeha Sineyê de ye Dadgeha Şoreşê ya Sineyê cezayê 9 salan jê re vebiriye: 7 sal û 6 meh bi bihaneya ‘endamtiya rêxistineke muxalifî dewletê’ û salek û 6 meh jî bi bihaneya ‘weşandina agehiyên li dijî dewletê’.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk hêzên xwe li Cerablusê bi cih dike!
    YDG-H: ‘Tu eleqeya me bi êrişa li Amedê re nîne'
    Li Dêrikê 10 kes hatin girtin
    Li Sûrê 2 teqînên mezin rû dan
    ŞENGAL - DAIŞê bi 3 otomobîlan êriş kir; 12 kuştî
    Nûçegîhana JÎNHAyê hat binçavkirin
    Barzanî: 'Bermîlek petrola Kurdistanê bi 20 dolarî tê firotin'
    Etîketan:
    bi bihaneya ‘weşandina agehiyên li dijî dewletê, bi bihaneya ‘endamtiya rêxistineke muxalifî dewletê, bêqanûnî û muameleya keyfî, îstixbarata Îranê, karmendên Îranê, Dadgeha Şoreşê ya Sineyê, Girtîgeha Sineyê, Wezareta Îstixbaratê ya Îranê, Mehmûd Salihî, Seqiz, Kurdistana Îranê, Sine
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de