15:37 21 Hezîran 2018
Jo Biden

Biden: 'Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin'

© AP Photo / Steven Senne
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê hevdîtina ku bi Joe Biden re hat kirin de axivî û ragihand ku Biden gotiye, li bajarên kurdan kuştina sivîlan nayê qebûlkirin.

Stenbol - Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo hin hevdîtinan bike hate Tirkiyeyê û duh bi parlementerên HDP, AKP û CHPê re li Stenbolê hevdîtin pêk anî.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê wê hevdîtinê de axivî ragihand ku bingeha hevdîtinên wan pirsgirêka kurd û Qanûna Esasî ya nû bû ye.

Bîlgen ragihand ku di hevdîtinê de her partiyê tiştên ji bo wan girîng e anîne ziman û got: ‘Me hem nêzîkatiya ku siyasetkirina HDPê asteng dike, dorpêç û tengkirinan îfade kir. Hem jî li navendên ku qedexeyên derketina derve tên jiyîn wekî nirxandinekî nivîskî, wêne û rapor bi wan re parve kir.'

Bîlgen destnîşan kir ku di hevdîtinê de Bîden ji wan re gotiye ku çareserkirina siyasî û Qanûna Esasî ji bo wan jêneger e, nirxandinên ku di pirsgirêka kurd de divê muxatabên siyasî bên cem hev kiriye û wiha got: ‘Di hevdîtinê de ji me re got ku divê muxatabên pirsgirêka siyasî la Tirkiyeyê bên cem hev û çareser bikin. Bi taybetî jî gote çareseriya leşkerî nepêkan e, herdu alî jî dizane.'

Ayhan Bîlgen
© Foto : AA/ Mehmet Ali Özcan
Ayhan Bîlgen

Bilgen got: ‘Biden diyar kir ku têkîliyên wan ên bi PYDê re jî dê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de bidome, ev yek ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê gelekî girîng e û divê hemû kes bibe xwedî helwest.'

Bilgen got ku di hevdîtinê de pevçûnên li bajarên kurdan jî hatiye rojevê û ji ber windahiyên sivîlan Biden fikarên xwe aniye ziman û windahiyên sivîlan nayê qebûlkirin û gotiye ku di vê mijarê de dê nêrînên xwe bi serokomar û serokwezîr re jî parve bikin.

Bi heman mijarî:

Li Miksa Wanê bi lerza 4.5 erdhej
Cameron: 'Bêyî hevkariya Rûsyayê pêşketin çênabe'
PYD bi awayekî fermî beşdarî Civîna Cenevreyê dibe
Polêsan bi zorê jehr da belavkarê Azadiya Welat
Etîketan:
CHP, AKP, HDP, Joe Bîden, Ayhan Bîlgen, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de