22:01 11 Kanûn 2017
Zindî
    Amedê TIRên alîkariyê yên AKPê şermezar kirin

    Gelê Amedê heyet û TIRên alîkariya AKPê protesto kirin

    © Foto: Kurdistan 24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê, şandeke ji parlamenter û rayadarên AKPê duh serdana navçeya Sûra Amedê kir; lêbelê amediyan got: ‘Me nekujin bes e, me alîkarî navê.’

    Amed — Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Selçuk Ozdag li ber Bedenên Amedê û di nava dengê teqîn û çekan de ragihand ku alikarî ji bo xelkê zerardîtî anîne û heta 10 rojekan dê pevçûnên li Sûrê bi dawî bibin. Piştî daxuyaniyê û kişandina dîmenên TIRên barhilgir navgînên alîkariyê berê xwe dane Qaymeqamiya Sûrê û biryar e ku ev alîkarî ji vir bên belavkirin.

    Hinek welatiyan nerazîbûn nîşanî şanda AKPê dan û gotin ku ew alikariyê naxwazin, bila pevçûn rawestin û vegerin ser malên xwe, ev yek besî wan e.

    Gelek welatiyan  jî nerazîbûna xwe wiha vegot: ‘Kê xendek vedan e, ji bo çi vedane, herin sebebê wê fêr bibin.’ ‘Bila tiştên li vir diqewimin ji yên din re jî rast bêjin. Em hemû kuştinê naxwazin, em aştiyê dixwazin.’ ‘Min alikariya we navê. Bila bihêlin ku em herin malên xwe, me alikariya wan navê. Alikariya kê ye, min dikuje; alikariyê dide min?’ ‘Bila neyên vir, neyên vir, teqîn çêbûye, esnaf nikare bisekine. Zarok, ciwan û dayîkên me têne kuştin.’ ‘Vê alikariyê li vir belav dikin û teqereqa çekan tê, yanî çi ye, dibêjin em di nava şer de alikariyê didin, alikariya wan pêwist nake.’ ‘Yanî heta kengê ev zilm dê dewam bike, ji 50 rojî zêdetir e ku em li vir di bin zilma wan de ne. Yanî ev kar bi nan nabe.’

    Bi heman mijarî:

    Cameron: 'Bêyî hevkariya Rûsyayê pêşketin çênabe'
    PYD bi awayekî fermî beşdarî Civîna Cenevreyê dibe
    Polêsan bi zorê jehr da belavkarê Azadiya Welat
    Polêsên tirk ‘konê nobedariya Sûrê’ bi gef û zorê rakir
    FLAŞ - PYD jî beşdarî civîna Cenevreyê dibe
    HDP: Dibe ku Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derbixin
    Etîketan:
    xelkê zerardîtî, dengê teqîn û çekan, TIRên alîkariyê yên AKPê, xendeq, Qaymeqamiya Sûrê, AKP, Selçuk Ozdag, Bedenên Amedê, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de