15:53 18 Kanûn 2017
Zindî
    Şahin Ceyran

    Polêsan bi zorê jehr da belavkarê Azadiya Welat

    © Foto: anfkurdi.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Rihayê polêsên tirk pêşiya belavkarê rojnameya Azadiya Welat birîn û lêxistin; paşê dermanekî jehrîn berdane devê wî û ew li meydanê hiştin.

    Riha – Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Şahin Ceyran ê 23 salî ji ANFê re ragihand ku polêsên bi ser îstixbarata tirk, bi wesayîteke sivîl a bi marka Ford Connect a bi plaqeya 63 VP 758 pêşî lê birîne, lê xistine û piştre bi zorê derman xistine devê wî.

    Şahin diyar kir ku piştî çend deqeyan zor daye xwe û vereşiyaye, lewma ji jehrkirinê xilas bû. Piştî vereşanê li hevalên xwe geriyaye û li xwestexaneyê mîdeya wî hatiye şûştin.

    Şahin eşkere kir ku polêsên êrişkar nas dike û ew dê bi riya parêzeran giliyê polêsanli dozgeriyê  bike.

    Bi heman mijarî:

    Polêsên tirk ‘konê nobedariya Sûrê’ bi gef û zorê rakir
    FLAŞ - PYD jî beşdarî civîna Cenevreyê dibe
    HDP: Dibe ku Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derbixin
    70 kurd xeniqîn!
    Bayik: Eger şer gurtir bibe wê hêzên gerîla têkevin nav bajaran
    Demirtaş: Helwesta Leyla Zana şexsî ye
    Etîketan:
    belavkerê rojnameyan, dermanê jehrîn, polêsên bi ser îstixbarata tirk, Rojnameya Azadiya Welat, Şahin Ceyran, Riha, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de