08:31 22 Hezîran 2018
Polês - şer- pevçûn - çalakî - operasyon

Polêsên tirk ‘konê nobedariya Sûrê’ bi gef û zorê rakir

© Foto :
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî nûçeya ANFê konê nobedariyê yê ji bo rawestandina êrişên li dijî Sûra Amedê ji aliyê polîsan ve bi zorê hat rakirin.

Amed – Gelê Amedê ji bo rawestandina êrişên li dijî Sûrê konekî sembolîk ê nobedariyê li Sumerparkê vegirtibûn û çalakiyeke sivîl pêk dianîn. Lêbelê saet 00:30ê şevê bi sedan polêsên tirk ragihandin ku Walîtiya Amedê biryar daye ku kon were rakirin.

Nobedaran diyar kirin ku ew ê nehêlin kon bê rakirin. Li ser vê yekê polîsan gefa ‘Eger hûn ranekin, em ê bişewitînin’ li çalakgeran xwarin. Tevî ku kon bi zorê ji aliyê polêsan ve hatiye rakirin jî çalakiya nobetê ya gel didome.

Bi heman mijarî:

FLAŞ - PYD jî beşdarî civîna Cenevreyê dibe
HDP: Dibe ku Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derbixin
70 kurd xeniqîn!
Bayik: Eger şer gurtir bibe wê hêzên gerîla têkevin nav bajaran
Serokê AKPê îstîfa kir
Li 5 bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
Etîketan:
çalakiya sivîl, konê nobedariya Sûrê, Amed, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de