09:30 25 Hezîran 2018
Îbrahîm Kurdo

FLAŞ - PYD jî beşdarî civîna Cenevreyê dibe

© Foto : Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Li gorî nûçeya Bas Nûçeyê Rawêjkarê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo ragihandiye ku PYD dê beşdarî civîna Cenevreyê bibe.

Kobanî — Rawêjkarê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo daxuyand ku Cîgirê Serokê DYAyê Joe Biden hat Tirkiyayê û xwest ku hemû alî beşdarî civînê bibin; herwiha derbarê vê mijarê de danûstandin bi derve re tên kirin.

Derbarê roja pêkhatina civînê de jî Kurdo wiha got: ‘Civîna 25ê Rêbendanê hat rawestandin û ji bo pêşerojê hat taloqkirin. Divê bi navê Meclîsa Sûriyaya Demokratîk em beşdarî civîna Cenevreyê bibin. DYA, Rûsya û welatên Ewrûpa dizanin ku em beşdarî civîna Cenevreyê nebin tu wateya wê namîne. Li Erebistana Siûdî danûstandin hatin kirin. Heta niha dawetnameyeke fermî ji me re nehatiye. Lêbelê ji aliyê hin kanalên dîplomatîk soz hatiye dayîn ku PYD û endamên Meclîsa Sûriyaya Demokratîk beşdarî civînê bibin.’

Bi heman mijarî:

HDP: Dibe ku Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derbixin
70 kurd xeniqîn!
Bayik: Eger şer gurtir bibe wê hêzên gerîla têkevin nav bajaran
Serokê AKPê îstîfa kir
Li 5 bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
Etîketan:
civîna Cenevreyê, Meclisa Rêveber a Kantona Kobaniyê, Îbrahîm Kurdo, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de