08:47 22 Hezîran 2018
Polês - operayon - şer - îdiaya infazê

Li Wanê ciwanek hate kuştin!

© Foto : DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Wanê tîmên taybet avêtine ser malekê û ciwanê di mal de jî kuştine.

Wan - Ajansa Nûçeyan a Dicleyê ragihand ku li taxa Halilaga ya Wanê polêsan avêtin ser malekê û tax jî bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku piştî ku polêsan avêtine ser malê ji qata çatiyê dengê teqînê hatiye polêsan ciwanê li wir înfaz kirine.

​Hat ragihandin ku polêsan ciwan tazî kirine û û bi vî awayî derxistine derve lê derbarê nasnameya ciwanê hat qetilkirin de tu agahî bi dest neket.

Cenazeyê ciwan hê jî li cihê bûyerê ye.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de