14:05 18 Sibat 2018
Zindî
    KCK

    Ji KCKê ji bo bîranîna Qazî Mihemmed daxuyanî

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22

    KCKê ji bîranîna Qazî Mihemmed daxuyanî da û got: ‘Gelê Bakurê Kurdistanê, ji bo bîranîna Qazî Mûhammed û hevalên wî, wê berxwedanê bi misogerî bi ser bixînin. Kurdistana azad û demokratîk wê bi ser bikeve.'

    Navenda Nûçeyan — Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi wesîleya salvegera damezrandina Komara Kurd a Mahabadê daxuyaniyek weşand.

    KCKê got: ‘Gelê kurd bi taybetî jin û ciwanên Kurd, ji bo bîranîna hemû pêşeng û welatparêzên kurd ên li Mahabadê û li hemû qadên berxwedanê şehîd ketine, îro bi awayekî fedaî li ber xwe dide. Jin, ciwan û tevahiya gelê kurd ên xwe gihandine vê vîn û biryardariyê, êdî nepêkan e ji têkoşîna jiyana azad û demokratîk vegerin. Gelê Bakurê Kurdistanê, ji bo bîranîna Qazî Mûhammed û hevalên wî, wê berxwedanê bi misogerî bi ser bixînin. Kurdistana azad û demokratîk wê bi ser bikeve.'

    KCKê wiha got: ‘Eger îro li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd didome, di vir de Komara Kurd a Mahabadê û yên ji bo vê Komarê canê xwe feda kirin xwedî pareke girîng in.'

    KCKê di dawîyê de got: ‘Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê di roja îro de ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo demokratîkkirina tevahiya Îranê veguheriye hêzeke jiyana azad û demokratîk. Em di wê baweriyê de ne, ku gelê Rojhilatê Kurdistanê wê zemîna jiyana hevpar a di dîroka qedîm a Îranê de heye bi vîna jiyana azad xurt û tacîdar bike, di damezrandina Kurdistana azad û Îrana demokratîk de rola xwe bilîze; li ser vê bingehê em şehîdên Komara Kurd a Mahabadê careke din bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: Wê Kurdistan hemû bibe weke Cizîr, Sûr û Sîlopî!
    KCK: 'Teqîn ji aliyê MÎTê û Erdogan ve bi destê DAIŞê hatiye kirin!'
    KCK: ‘Kêr êdî gihiştiye hestî, divê her kes rabe ser piya'
    KCK: 'Berpirsên van polîtîkayên qetlîamê wê nêz an dereng bên cezakirin'
    Etîketan:
    KCK, Qazî Mihemed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de