03:20 20 Hezîran 2018
Li Kobanê ji bo Bakur meş

Gelê Kobanê li dijî êriş û komkujiyan meş li dar xist

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo piştgirîdayîna berxwedana li bajarên kurdan li Kobanê meşeke girseyî organîze kir.

Alaya HDP
© Foto : Gulnush Ergul
Kobanê - Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê, endamên Saziyên Civaka Sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê ji bo tevlê meşê bibin li riya ketina gundê Şêranê hatin cem hev. Li wir bi sedan kes ji gundên rojhilatê kantonê tevlê wan bûn û berê xwe da xeta sînorê di navbera Tirkiye û Rojava de. Meşvanan ji sînor jî berê xwe dan Qada Azadî ya li gundê Helincê û li wir meş veguherî mêtîngê.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Fîdan Elî li ser navê beşdarên meşê daxuyaniyek da raya gîştî. Elî di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk ên li ser bajarên kurdan hatin şermezar kir.

Piştî daxuyaniyê, Endamê Rêveberiya TEV-DEMê Sebrî Ehmed axivî û got: Berxwedana Bakurê Kurdistanê vîna gelê Kurdistanê bi tevahî temsîl dike. Gelê Bakur bê tirs û hesab li pêşiya hovîtiya dewleta tirk serî hildaye. Divê di roja îroyîn de hemu gelê kurd piştgiriya berxwedana gel bike û li rex wan be.'

Bi heman mijarî:

Hêzên dewletê 3 jinên din dan ber guleyan!
Artêşa tirk li Sêrtê li girê bilind tankan bi cih kirin
Parlementerê HDPê hate girtin
Bayik: Hewl didin ku civîna Cenevreyê bê encam were hiştin
PYD: ‘Rûsya, dixwaze em tev li Cenevreyê bibin lê Tirkiye asteng dike'
TEV-DEM bi pêkhateyên ereb re civiya
Etîketan:
TEV-DEM, Sebrî Ehmed, Fîdan Elî, Kobanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de