09:09 24 Sibat 2018
Zindî
    leşker - tang - top - operasyon - êriş - şer - polês

    Hêzên dewletê 3 jinên din dan ber guleyan!

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Cizîrê 3 jinên ku Helîn Oncu ya ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû birîndarkirin û DMMEê jî derbarê wê de biryara tedbîrê dabû dibirin nexweşxaneyê bûn hedefa gulebarana polêsan.

    Cizîr - Li gorî nûçeya JÎNHAyê li taxa Cudiyê ya Cizîra Şirnexê, 3 jin serê sibê ji bo Helîn Oncu ya ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû birîndarkirin û DMMEê derbarê wê de ji bo birina nexweşxaneyê biryara tedbîrê dabû bibin nexweşxaneyê çûn taxê. Jinên ku di bin agahiya Midiruriyeta Polêsan a Cizîrê de çûn taxê, dema Oncu ji taxê derdixistin ji aliyê polêsan ve hatin gulebarankirin.

    Hat ragihandin ku ji jinên ku taxa lê ne tê gulebarankirin tu agahî nayên wergirtin û herwiha hat ragihandin ku ji ber êrişan destûr nayê dayîn ku tu kes biçe taxê.

    Gulebarana taxê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê HDPê hate girtin
    Bayik: Hewl didin ku civîna Cenevreyê bê encam were hiştin
    PYD: ‘Rûsya, dixwaze em tev li Cenevreyê bibin lê Tirkiye asteng dike'
    TEV-DEM bi pêkhateyên ereb re civiya
    Bîlonçoya operasyonên îro: 33 kes hat binçavkirin, 7 kes jî hatin girtin
    Li Tetwanê operasyona leşkerî
    Etîketan:
    Helîn Oncu, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de