04:52 24 Hezîran 2018
Leşkerên Filîpînê

Enqere xweseriya filipîniyan nas dike û ji bo xweseriyê kurdan dikuje

© REUTERS / / Erik De Castro
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li gorî nûçeya T24ê ya tirkî hikûmeta Enqereyê ji bo avakirina xweseriya herêmeke Filîpînê navbeynkariyê dike û ji bo serkutkirina heman daxwaza xweseriyê ya kurdan jî oprerasyonan li dar dixe û sivîlan dikuje.

Stenbol – Herêma Moroyê ya Filîpînê 9 hezar kîlometroyan dûrî Tirkiyayê ye û gerîlayên rêxistina MILFê bi dehan salan e mafên xwe yên rewa dixwazin. Şerê 40 salî yê Filîpînê bi çavdêriya dewletên wekî Japonya, Erebistana Siûdî, Malezya, Brîtanya û Tirkiyayê bi muzekereyên 15 salan gihiştin peymanekê.

Li gorî bendên vê peymanê, 145 gerîlayên rêxistina MILFê bi awayekî sembolîk çekên xwe teslîmî çavdêrên Neteweyên Yekbûyî kirin û di nav çavdêrên NY de dîplomatê tirk Haydar Berk jî hebû.

Heman hikûmeta Enqereyê ya ku navbeynkariya Eniya Îslamî ya Rizgarkirina Moroyê (MILF) û dewleta Filîpînê kir îro bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re şer dike û daxwaza wan a xweseriyê qebûl nake.

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk li Sêrtê li girê bilind tankan bi cih kirin
Parlamenterê iraqî Wetût: Barzanî xaka Iraqê bi ser Kurdistanê ve berdide
Parlementerê HDPê hate girtin
Bayik: Hewl didin ku civîna Cenevreyê bê encam were hiştin
Etîketan:
xweseriya herêmî, Eniya Îslamî ya Rizgarkirina Moroyê (MILF), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Filîpîn, Tirkiya, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de