15:44 24 Hezîran 2018
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

Bayik: Hewl didin ku civîna Cenevreyê bê encam were hiştin

© Foto: ANF
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Cemîl Bayik di gotara xwe ya îro de got: ‘Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê, dewletên mîna Qatar û Erebîstana Siûdî ji bo ku Cenevre 3 jî vala derkeve di nava hewldanan de ne. Dixwazin Meclîsa Sûriyeya Demokratîk derveyî vê komcivînê bihêlin.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di gotara xwe ya îro ku di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin de derbarê mijarên rojevê de nêrîn3en xwe anî ziman.

Cemîl Bayik got: ‘Astenga herî mezin a heta niha li Sûriyeyê sîstemeke nû nehatiye avakirin, Tirkiye û komên çete yên di bin kontrola wê de ne. Ji ber ku demokratîkbûna Sûriyeyê ne ji bo Tirkiyeyê ne jî ji bo van çeteyan ne girîng e. Tirkiye xwedî nêzîkbûna; bila kurd mafê xwe bidest nexin êdî Sûriye çawa dibe bila be ye.'

Cemîl Bayik wiha dewam kir: ‘Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeyeke ku bi rêya agirbest û muzakereyê çareseriyê ji xwe re dike hedef qebûl kir. Divê pêşnûmayê de 5 endamên Konseya Ewlekariyê Amerîka, Rûsya, Fransa, Îngîlîstan û Çînê li hev kiribûn. Niha di çerçoveya vê pêşnûmeyê de wê konferansa Cenevre 3 pêk were. Lê belê Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê, dewletên mîna Qatar û Erebîstana Siûdî ji bo ku Cenevre 3 jî vala derkeve di nava hewldanan de ne. Dixwazin Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a Kurd jî tê de cih digirin derveyî vê komcivînê bihêlin. Bi vê yekê re hemû hêzên din ên di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de cih digirin wê bêne dûrxistin û hewl bidin ketina rojeva Cenevre 3 ya projeya demokratîzekirina Sûriyeyê asteng bikin. Di rastiyê de ev hewldana Tirkiyeyê û hêzên hevkarê wê, astengkirina demokratîkbûna Sûriyeyê ye.'

Bayik di dawiyê de got: ‘Tevahiya cîhanê li dij DAIŞê koalisyon ava kiriye. Bi şêwazekî endirekt Rûsya jî tevlî vê koalisyonê bûye. Li qadê darbeya herî giran kê li DAIŞê xist? Eger DAIŞ hatibe rawestandin û lawaz dibe kê ev yek pêk anî? Şik nîne ku YPG û Hêzên Sûriyeya Demoratîk! Niha li Sûriyeyê projeya siyasî ya ku ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê bibe model aidî kê ye? Şik nîne ku aidî Şoreşgerên Rojava û Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê ye! Niha ev hêz wê di sazkirina Sûriyeya nû de cih negirin, lê belê hêzên ku ti karakter û xisleteke wan a demokratîk û hevgirtinê tine ye yên ji aliyê Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Qatarê vê têne destek kirin wê li Cenevreyê cih bigirin! Ev rewşeke trajî-komîk e. Bi vê nêzîkatiyên ne cidî li Sûriyeya di nava kaosê de ye ti pirsgirêk çareser nabin. Hêzên Şoreşger ên Rojava û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bêguman di vê rewşê de wê li gor projeyên xwe yên siyasî û hedefên xwe têkoşînê bidomînin.'

Bi heman mijarî:

Cemîl Bayik: ‘Ew ê hêza kurdan bibînin!'
Bayik: ‘Wê şer gurtir bibe'
Cemîl Bayik: ‘Ji bilî PKKê mûxatab tune'
Bayik: ‘AKP wê berdêla tecrîd û zextê bide'
Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
Etîketan:
KCK, Cemîl Bayik
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de