10:29 22 Hezîran 2018
Hevdîtinên Cenevreyê

PYD: ‘Rûsya, dixwaze em tev li Cenevreyê bibin lê Tirkiye asteng dike'

© AFP 2018 / Hevdîtinên Cenevreyê
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 41

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Ewropayê Zûhat Kobanî derbarê civîna Cenevreyê de got: ‘ Dewleta Rûsyayê dixwaze em tev li civîna Cenevreyê bibin, lê Tirkiye dibe asteng.

Hikmet Durgun

Navenda Nûçeyan — Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Ewropayê Zûhat Kobanî derbarê civîna Cenevreyê de ji nûçegihanê Spûtnîkê re axivî û got: ‘ Dewleta Rûsyayê dixwaze em tev li civîna Cenevreyê bibin, dewletên wekî Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qeter naxwazin û dibin asteng. Polîtîkaya Rûsyayê ya ji bo çareseriya Sûriyeyê erênî ye.

Armanca komcivîna Cenevreyê ku li Sûriyeyê pevçûn biqede û hikumete ku piralî têde beşdar bibin were avakirin e. Di civîna Viyanayê ya 14ê Mijdarê ku zêdetirî 20 dewletan tev li bûn û ji bo çareseriyeke siyasî ya Sûriyeyê nexşeyeke rê diyar kiribû. Li gorî vê nexşê rêvebiriya Sûriyeyê û mixalaf di rêbendana 2016an de wê dest bi dan û standina bikin û di nava 18 mehan de herin hilbijartinê'.

Divê terorîst ji bo Cenevreyê neyên vexwendin

Zûhat Kobanî di axaftina xwe de got: ‘Em wekî PYDê dixwazin pirsgirêka Sûriyeyê bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Hê jî nediyare ka dê kî tev li civîna Cenevreyê bibin. Ji bo Cenevreyê me bi Rûsya û Amerîkayê re çend hevdîtin kirin. ji bo çareseriyeke rast divê sûriyeyî werin vexwendin û komên terorîst cih negrin. Heke rêxistinên wekî Ehrar uş Şam û yên din hebin, em vê rast nabînin'.

Nûnerê PYDe yê Ewropayê Zûhat Kobanî
© Sputnik / Hikmet Durgun
Nûnerê PYDe yê Ewropayê Zûhat Kobanî

Tirkiye ji şoreşa Rojava aciz e

Kobanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Tirkiye polîtîkayeke ‘çamûrê bavêne bila şopa wê xuya bike' dimeşîne, naxwaze em tev li civîna Cenevreyê bibin û dibe asteng. Tirkiye, di serî de DAIŞ piştgiriya rêxistinên terorîst dike. em wekî PYDê me li Rojava şoreşek kir û herêm azad kir, Cerablus, Ezaz û Lezqiye xaric me terorîzm ji vir paqij kir, lê tirkî ji vê aciz e û dixwaze van destkeftiyên me têk bibe'.

Em bi Rûsya Amerîkayê re hevdîtinan dikin

Zuhat Kobanî di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Rûsya, naxwaze Sûriye ji kontrolê derkeve, em vê di hevdîtinên xwe yên digel wan û Amerîkayê de jî dibînin. Rûsya ji bo ku PYD tev li Cenevreyê bibe hevdîtin kirin û ji bo civînê îsrar dike. Lê bloka sunî Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qeter naxwazin. Her wiha dibe komcivîna Cenevreyê hinekî bi derengî keve û dereng dest pê bike ji bo ku heta niha tu kes nehatiye vexwendin'.

Pirsgirêka Sûriyeyê bi cihadîstên selefi çareser nabe

Nûnerê PYDê Zûhat Kobanî di dawiya axaftina xwe de got: ‘Tirkiye bi rêxistinên terorîst re Sûriye wêran û perişan kir. Heke rêxistinên biqedin cihê Tirkiyeyê namîne û dê siyaseta wê bi dawî bibe. Pirsgirêka Sûriyeyê tenê bi aştîxwazan bi sûriyan çareser dibe. Bi cihadîstên selefi çareser nabe'.

Bi heman mijarî:

Artêşa tirk hêzên xwe li sînorê Rojava kom dike!
Zarokek kurd li Rojava di gola petrolê de xenikî
Li Rojava bi hezeran ciwan li dijî êrişên li bajarê kurdan meşiyan
Li kampa kurdên Rojava şewat: 3 kes mirin û yek birîndar e
Artêşa Tirkiyeyê têl çirandin û cardin derbasî Rojava bûn
YPGê li Rojava dest danî ser çekên Erebîstana Siûdî
Etîketan:
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Zûhat Kobanî, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de