01:14 18 Hezîran 2018
TEV-DEM bi pêkhateyên Ereb re civiya

TEV-DEM bi pêkhateyên ereb re civiya

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Komîteya Têkiliyan a TEV-DEMê b pêkhateyên Ereb re civîn li dar xist û bernameya TEV-DEMê bi wan da naskirin.

Zergan - Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEMê Mustefa Ebdo, Hevserokê Meclisa bajarokê Zergan Adil Mihacirî û dehan şêniyên gundê Kesra yê şêniyên wê ereb in amade bûn.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku civîn bi deqekê rêzgirtine dest pê kir. Endamê Komîteya Têkiliyên TEV-DEMê Mustefa Ebdo û Hevserokê Meclisa Zergan Adil Mihacirî di civînê de axivîn. Di nava axavtinên xwe de hîm û bernameya TEV-DEMê ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad li gorî hîma neteweyeke demokratîk û Rêveberiya Xweser dane naskirin. Di nava axavtinên xwe de dane diyarkirin ku hedefê TEV-DEMê parastina jiyana hevbeş a pêkhateyan e.

Di heman demê de êrîşên li ser Rojava hatin nirxandin û hate diyarkirin ku çiqasî pêkhateyên Sûriyê pişta hevdû bigirin û dest bidin hevdû wê bikarbin li hemberî van êrîş û komployên gelê Rojava hedef digire rawestin. Mînaka vê yekê gelê Ereb, Suryan û Kurd bi hev re di çeperekê de li hemberî çeteyên êrîşê Rojava dikin xaka xwe diparêzin.

Bi heman mijarî:

TEV-DEM: Dewleta tirk li dijî gelê kurd şer dimeşîne
TEV-DEM: 'Dewleta tirk ne li bendê bû ku destwerdana Rûsya di vê astê de be'
TEV-DEM: 'Tirkiya dîsa li pey provakasyonekê ye'
TAYBET - TEV-DEM: Ne Kanton, me xweseriya demokratik îlan kir
Etîketan:
TEV-DEM, Adil Mihacirî, Mustefa Ebdo, Zergan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de