02:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Bîlonçoya operasyonên îro: 33 kes hat binçavkirin, 7 kes jî hatin girtin

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Li dijî gelê kurd operasyonên siyasî didome. Di serdegirtinan de herî kêm 33 kes hatin binçavkirin, 1 jê zarok 7 kes hatin girtin.

    Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, hêzên dewletê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî li dijî gelê kurd û hêzên demokratîk didomîne.

    STENBOL

    Danê sibehê polêsan di serî de li Esenyurt û Kagithane li gelek navçeyan bi awayek hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hesapgirê Navenda Giştî ya HDPê jî di nav de kêmanî 30 kes hatin binçavkirin. Kesên ku bi îddiaya ‘endamê rêxistinê ne' hatin binçavkirin birin Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

    Ji 30 kesan navê 22 kesan ev in:

    Mîrhan Avci, Menderes Koç, Ganî Onel, Berat Anli, Suphî Saribulak, Burhaneddîn Buduş, Nakî Engîn, Zennure Ozdemîr, Osman Nurî Uymaz, Merderes Kaya, Îzzet Yaman, Bîlal Algunerhan, Cuma Yaşar, Huseyîn Gok, Yavuz Dursun, Eşref Atalmiş, Zekî Çelîk, Erdal Fîdan, Goksel Mercan, Hasan Çaplik, Omer Aşkara, Mehmet Gokçe.

    KOCAELÎ

    Li Kocaeliyê, 6 xwendekarên endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên hefetya derbasbûyî hatin binçavkirin û dûre hatin berdan, danê vê sibehê careke din di serdegirtinan de hatin binçavkirin. Her şeş xwendekar bi îdîaya 'endametiya rêxixtinê' hatin girtin û dadgehê ew şandin Girtîgehên Kandira û Gebzeyê. Navên xwendekarên hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Bînalî Alankûş, Rûken Farîsoglû, Leyla Dîrekçî, Reşat Kaynak, Çagdaş Ersû û Elîf Tûgra.

    WAN

    Di navçeya Îpekyolû ya Wanê, polêsan danê sibehê avêtin ser du navnîşanên li taxa Sixkê. Di serdegirtinan de ciwanên bi navê Yilmaz Ocal û Vedat Bazar hatin binçavkirin. Ciwan birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Wanê.

    COLEMÊRG

    Tîmên tevgera taybet ên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxa Gazî ya Colemêrgê. Bi îdîaya ‘alîkariya ji bo rêxistinê' welatiya bi navê Vasfiye Koyûn girt binçavan û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Colemêrgê.

    ÎZMÎR

    Ji 7 kesên ku li navçeyên Yamanlar, Karabaglar, Konak, Bornova, Bayrakli û Menemenê yên Îzmîrê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, yek ji wan zarok 3 kes piştî karên emniyetê sewqî dadagehê hatin kirin. Li dozgeriyê 2 kes piştî îfadeyan serbest hatin berdan, zarokê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin jî ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Karê 4 welatiyên din ên sewqî dozgeriyê hate kirin jî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 30 kurdên siyasetmedar hatin binçavkirin
    Li Dêrikê Hevseroka HDPê jî di nav de, 13 kes hatin binçavkirin
    Li Dêrik û Stenbolê 14 kes hatin binçavkirin
    19 akademîsyenên ku îmze avêtibûn peyamê hatin binçavkirin
    Endamê PM a DBPê hate binçavkirin
    Pêla operasyonên siyasî: 19 kes hatin binçavkirin
    Li Gimgimê 9 kes hatin binçavkirin
    Polês êrişî meşa aştiyê kir: 5 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    HDP, Îzmîr, Colemêrg, Wan, Kocaelî, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de