10:25 27 Gulan 2018
Refîk Tefîk

Kameramanê ÎMC TVyê: Polêsan birîndaran bi erdê ve kaş kirin

© Sputnik / FB
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Kameramanê ÎMC TVyê Refîk Tekîn ê ku duh di gulebarana hêzên dewletê de li Taxa Cudiyê birîndar bû derbarê êrîşê de axivî û got ‘Li ser Kolana Nisêbînê ku tu hişyarî nehat kirin ji tank û wesayîtên zirxî gulebaran destpêkir. Polêsan hemû birîndaran bi erdê ve kaş dikirin û dixistin nav ambulansê.'

Mêrdîn - Li navçeya Cizîr a Şirnexê, duh di êrişên li hemberî Taxa Cudiyê de, kameramanê ÎMC TVyê Refîk Tekîn dema nûçe dişopand di gulebarana hêzên dewletê de ji piyê xwe birîndar bibû.

Tedawiya Tekîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê berdewam dike. Tekîn derbarê êrişa duh de axivî û diyar kir ku wî girseya ku diçû taxê dişopand.

Tekîn wiha axivî: ‘Dema cenaze hatin wergirtin û em derketin ser Kolana Nisêbînê bêşî ku tu hişyarî were kirin ji tank û wesayîtên zirxî gulebaran destpêkir. Herkes ber bi cihekî ve reviya. Min hewl da ku birevim lê pişt re min ferq kir ku birîndar bûme û ez di cihê xwe de mam. Min xwe bi erdê ve kaş kir û hewl dam bikevim nav dikanek. Li wir çend birîndarên din jî hebûn. Lê ji ber dengê çekan me dibîhist ku gulebaran berdewam dike.'

Tekîn da zanîn ku piştî birîndar bûye Parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz û Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur hatine gel wan û wiha pê de çû: ‘Pişt re bang li ambulansê kirin. Komên ambulansê û tenduristiyê yên şaredariyê hatin. Dema em girtin nav ambulansê, min ji wan re got ku ez endamê çapemeniyê me lê polêsan li me didan. Hemû birîndaran bi erdê ve kaş dikirin û dixistin nav ambulansê. Dema kaş dikirin, bi pehînan jî lêdixistin. Heqaretê dikirin. Piştî ku min got ez endamê çapemeniyê me, ez danîm aliyekî. Lê li birîndarên din dixistin. Dibe ku hin ji wan li wir jiyana xwe ji dest dabin. Nizanim.'

Bi heman mijarî:

Heşdî Şabî 9 camiyên suniyan teqandin
PE: Tirkiyeyê bajarên kurdan kiriye qada şer!
Li Iraqê di 21 di mehan de 19 hezar kes hatine kuştin
CIZÎR - Abdulhamît Poçal ê birîndar jiyana xwe ji dest da!
Li Parîsê rojeva civîna koalîsyonê alîkariya ji bo kurdan e
HDPê bang li NYê kir
Etîketan:
ÎMC TV, Refîk Tekin, Mêrdîn, Cizîr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de