06:27 20 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Ewropayê

    PE: Tirkiyeyê bajarên kurdan kiriye qada şer!

    © AFP 2018/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Wekîlên Parlementoya Ewropayê gorin: ‘Li hemberî êrişên Tirkiyeyê ya li dijî kurdan bêdengbûn berovajiyê nirxên Yekîtiya Ewropayê ye û ev nayê qebûlkirin.'

    Alaya HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
    Bruksel - Li Parlamentoya Ewropayê derbarê kuştin, êriş û dorpêça li dijî bajarên kurdan de runiştin hat kirin û nûnerên gelek koman derbarê bûyeran de Tirkiyeyê bi tundî rexne kirin.

    Di rûniştinê de axavtina yekem ji hêla Komîserê Berpirsê Komîsyona Berfirehkirinê ya Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn ve hat kirin. Hahn ragihand ku ew bûyerên li bajarên kurdan ji nêz ve dişopînin û rewş nebaş jî dixuyê.

    Hahn got: ‘Em talep dikin ku bila ji nû ve agirbest were îlankirin. Divê pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike.'

    Renata Sommer jî bi ser navê Koma Demokrat a Xirîstiyanan axivî û got: ‘Dewleta tirk bi çekên giran êrişî sivîlan dike. Gelek jin, zarok, kal û pîr jiyanên xwe ji dest dan. Ev rewş li 17 navçeyên kurdan pêk tê. Înternet û telefon hatine birîn. Welatî nikarin pêwistiyên jiyanî ya wekî nan û avê jî peyda bikin. 250 hezar kes koçber bûn û malên xwe terk kirin.'

    Sommer diyar kir ku Ewropa ji ber peymanên bi Tirkiyeyê re ku derbarê penaberan de hatine danîn li hemberî van êişên Tirkiyeyê bêdeng dimîne û ev yeka jî nayê qebûlkirin.

    Mark Demesmaeker jî bi ser navê Koma Muhafazakaran axivî û got: ‘Bakurê Kurdistanê krine gola xwînê. Bajarên kurdan bûne qada şer û cenaze li kolanan didin rawestandin. Em jî li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Ez ji ber vê şerm dikim. Gelê kurd li herêmê netewa xwedî rûmeta herî zêde ye û di têkoşîna li hemberî DAIŞê de hevparên me ne.'

    Alîkarê Hevserokê Partiya Ska Keller jî ragihand ku li Tirkiyeyê serdemeke şerê navxweyî heye û akademîsyenên ku taleba aştiyê kirine rastî lînckirinê hatine.

    Ji Koma Sosyalîst Knut Fleckenstein jî peymanên derbarê penaberan de ku bi Tirkiyeyê re hatine danîn bi bîr xist û ragihand ku armanca sereke ya Tirkiyeyê zerar dayîna gelê kurd e.

    Edouard Ferrand jî ragihand ku li Tirkiyeyê her roj kuştin pêk tên û divê gelê kurd û Tirkiye j hev cûda were nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: ‘Emê DAIŞê dê têk bibin'
    Zaxarova bangî Tirkiyeyê kir: ‘Dev ji polîtîkaya tunekirina kurdan berde’
    Encamnameya Civata Wezîran a taybet ji bo qeyrana aborî eşkere bû
    Brîtanya di kuştina Litvinenko de rastî ‘şopa' Pûtîn hat
    Operasyonên Artêşa Sûriyeyê, derbeyên giran li DAIŞ û El Nûsrayê xistin
    Amerîka hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde dike
    Etîketan:
    Parlamentoya Ewropayê (PE), YE, Edouard Ferrand, Knut Fleckenstein, Ska Keller, Mark Demesmaeker, Renata Sommer, Johannes Hahn, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de