00:56 19 Sibat 2018
Zindî
    Fîkrî Saglar

    Wezîrê berê Fikri Saglar: ‘Bi guherandina bajaran pirsgirêka kurd nayê çareserkirin'

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê Fikri Saglar rexne li Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu girt ku ji bo projeya guherandina van bajaran mînaka Îçelê da û got; ‘Bi vê yekê pirsa kurd çareser nabe.'

    Navenda Nûçeyan — Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê Fikri Saglar rexne li Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu girt ku ji bo projeya guherandina van bajaran mînaka Îçelê da û got; ‘Bi vê yekê pirsa kurd çareser nabe.'

    Herwaha Fikri Saglar daxuyaniya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de got; ‘Tu têkiliya projeya Îçelê û van bajaran bi hev re nîn e. Pirsa Kurd bi guhertina bajarên kurdan çareser nabe. Ji ber ku hûn hewl didin vê pirsê bi polîtîkayên ewlehiyê, bi çekan çareser bikin, bersiva çekan bi çekan û bersiva tundiyê jî bi tundiyê tê dayîn ev yek nayê qebûlkirin.'

    Çima heta 7ê Hezîranê bûyerên bi vî awayî tinebûn. Ji ber ku pêvajoya çareseriyê hebû. Tenê ji ber ku Erdogan got: ‘pêvajoya çareserî di sarincê de ye" û ji ber zordestiya wî bajarên me, ji bajarên Iraq û Sûriyê xirabtir bûne.'

    Saglar ragihand cihê çareseriyê, cihê pêkanîna aştiyê Parlamento ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 30 kurdên siyasetmedar hatin binçavkirin
    Amerîka hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde dike
    Artêşa Sûriyeyê: ‘Terorîst direvin Tirkiyeyê
    Fermandarê Pasdaran: Em nahêlin Iraq perçe bibe
    CHPê bang li PKKê, HDPê û AKPê kir!
    HDPê bang li NYê kir
    Etîketan:
    pêvajoya çareseriyê, guhertina bajaran, Parlamenterê CHP, Fikri Saglar, TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de