06:21 20 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Operasyonên Artêşa Sûriyeyê, derbeyên giran li DAIŞ û El Nûsrayê xistin

    © Sputnik/ MİKHAİL VOSKRESENSKY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Sûriyeyê di operasyonên Dêra Zorê de derbeyên giran li rêxistinên terorîst DAIŞ û El Nûsrayê xistin. Di operasyonan de herî kêm 70 milîtan hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê di operasyonên Dêra Zorê de derbeyên giran li rêxistinên terorîst DAIŞ û El Nûsrayê xistin. Di operasyonan de herî kêm 70 milîtan hatin kuştin.

    Artêşa Sûriyeyê di dewrên dawî de operasyonên xwe yên ser DAIŞê zêde kirin û li Dêra Zorê li gelek cihan grûbên terorîst windayiyên mezin dan û li çend cihan berepaş vegeriyan. Artêşa di operasyonan de herî kêm 70 milîtanên terorîst kuştin, gelek çek, cebilxane û wesayîtên zirxî îmha kirin.

    Li gorî ajansa nûçeyan a Farsê ya Îranê, artêşê di 24 saetên dawî de li Hemayê gelek milîtanên El Nûsrayê kuştin û rêxistina terorîst li Hûmisê di encama operasyonan de windayiyên mezin dan. Her wiha li Helebê jî operasyonên hemberî DAIŞê didomin.

    Cihadîst ji banliyoye Şamê vedikişin

    Li gorî peymana hikumet û grûbên cihadîst li hev kiriye DAIŞ û El Nûsra ji banliyöye Şamê vekişiyan û nêzî 500 malbatî vegeriyan malên xwe. Li gorî peymanê, duhî nêzî hezar milîtanî di bin çavderiya hêzên hikumetê de ji herêmê vekişiyan û çûn derdora bajarê İdlîbê.

    Hat ragihandin ku gelek milîtanên DAIŞ û El Nûsrayê, bi malbatên xwe ve ji kampa penaberên filistînî a Yermukê ya Şamê vedikişin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye, êrişa koalisyona navneteweyî ya Dêra Zorê serast kir
    Washîngton: Divê Iraq û Sûriye werin perçekirin
    Sûriye: Rêvebiriya demkurt di rojeva me de tuneye
    Sûriye: Hatina leşkerên amerîkî tê wateya êriş û îşxalê
    Sûriye: Tirkiye milîtanên DAIŞê bi balafiran dibe Yemenê
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Artêşa Sûriyeyê, İdlîb, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de