16:34 22 Hezîran 2018
Şî Cinping û Qral Selman bîn Abdulazîz

Çîn û Siûdî ji bo rêya hevrişmê di 14 xalan de li hev kirin

© Foto : SPA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Çînê Şî Cinping di çarçoveya serdanên rojhilata navîn de serdana Erebîstana Siûdî kir.

Navenda Nûçeyan — Serokê Çînê Şî di çarçoveya serdanên rojhilata navîn de serdana Erebîstana Siûdî kir. Şî, bi Qralê Siûdî Selman re ji bo rêya hevrişma rojhilata navîn 14 peyman îmze kirin.

Serokê Dewleta Çînê Şî Cinping, cara yekemîn di Îlona 2013an de projeya rêya hevrişmê diyar kiribû û ji bo vê projeye 5 rojan derket serdana rojhilata navîn. Pêşî ji bo du rojan çû serdana Erebîstana Siûdî û dê îro jî here Misrê.

Serokê Çînê Şî piştî ku dest bi kar kir ev cara yekemîn e serdana rojhilata navîn dike. Şî li Erebîstana Siûdî ji terefê Qral Selman ve li Qesra Yemamê ya Riyadê hat pêşwazîkirin. Herdu serokan di hevdîtina xwe de avakirina reaktora atomî, zanisti geşepêdan, ekonomi û di çend xalên din de peyman îmze kirin.

Tev li reqsa şûran bûn

Ji aliyê din ve Serokê Çînê Şî û Qral Selman tev li merasîma vekirina refîneya petrole ya Yasrefê ku şirketa Siûdî Aramco û ya çînî Simopecê çêkiribû bûn. Şî li Qesra Murabbayê derkete gera çandî û bi Qralê Siûdî re reqsa şûran temaşe kirin. Li gorî ajansa nûçeyan a SPAya Siûdî herdu serokan jî reqsa şûran kir.

Bi heman mijarî:

Erebîstana Siûdî, îdaman dispêre qanûnên şerîetê
Zarîf: Îran, pêwendiya xwe ji Erebîstana Siûdî nabire
YPGê li Rojava dest danî ser çekên Erebîstana Siûdî
Îranê bersiva Erebîstana Siûdî da
Jetên Siûdî balyozxaneya Îranê bombe kirin
Etîketan:
Qralê Erebîstana Siûdî, Qral Selman, Şî Cinping, Erebîstana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de